Li gundê Ereban meclîsa gel hate avakirin
Li gundê Ereban meclîsa gel hate avakirin
Li gundê Ereban meclîsa gel hate avakirin
Tevgra Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li gundê Til Diyab ê girêdayî Serêkaniyê ku demek beriya niha ji destê komên çete hatibû rizgarkirin û ereb û çeçen lê dijîn, li ser daxwaza welatiyan meclîsa gel ava kir.
Di çarçoveya avakirina meclîsên gund û bajarokên derdora bajarê Serêkaniyê yên ku ji destê komên çeteyên hatine rizgarkirin de, TEV-DEM'ê li ser daxwaza şêniyên gundê Til Diyab ku piraniya wan Ereb in meclîsa gund ava kir.
Bi munasebeta avakirina meclîsê li gund civînek hate lidarxistin. Di civîna ku bi dehan kes beşdar bûn de Endamê Desteya Rêveber a PYD'ê Rodî Osman axivî û bal kişand ser lîstokên komên çete û hewldanên wan ku dixwazin tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixin. Osman her wiha diyar kir ku divê hemû pêkhateyên herêmê li dijî planên li ser gel têne meşandin derkevin û jiyana hevbeş biparêzin.
Piştî axaftinê meclîsa gel a gund ku ji 16 kesan pêk tê hate avakirin û Ebdo El-Xelef wekî serokê meclîsê hate hilbijartin. Hate gotin ku dê meclis komîteyên xizmet û ewlekariyê ava bike.
Piştî avakirina meclise Serokê Meclîsa Til Diyab Ebdo El-Xelef ji ber tevkariya wan spasiyên xwe pêşkêşî TEV-DEM’ê kirin.
Ji şêniyên gund Şihab Îsa ku ji pêkhateya Çeçen e jî diyar kir ku avakirina meclîsê gaveke erênî ye û bi riya vê meclîsê hemû pêkhateyên gund dikarin werin birêxistinkirin.
Di dawiya civînê de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xelîl Osman axivî û wiha got: "Ji bo avakirina meclîsa gund, em li ser daxwaza şêniyên gund hatin vir. Ev yek tiştekî gelekî erênî bû. Em ji bo peydakirina pêdiviyên gundiyan her tim amade ne."