Li gorî Tipa Edlî Şahîn Oner di encama teqînê de miriye!
Li gorî Tipa Edlî Şahîn Oner di encama teqînê de miriye!
Li gorî Tipa Edlî Şahîn Oner di encama teqînê de miriye!
Şahîn Oner yê 21 salî ku li Amedê di encama pelçiqandina wesayîta zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest da, rapora Tipa Edlî temam bû. Di raporê de hat îdia kirin ku di encama pelçiqandina wesayîta zirxî, di encama teqînê de miriye.
Li Amedê di 10’ê sibatê de li navçeya Yenîşehîrê di protestoyên komploya navnetewî de ciwanê bi navê Şahîn Oner bû hedefa polîsan û polîsan bi zanebûn li Oner qeliband û pelçiqandin. Rapora Tipa Edlî ya der barê Oner de hat temamkirin û şand ji dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne.
Dozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn berfirehtir kir û hemû daneyên der barê mirina Oner de şand Saziya tipa Edlî. Saziya Tipa Edlî lêkolîn kir û piştî tetkîkan rapora amade kirin de îdia kirin ku Oner di encama teqînê de jiyana xwe ji dest daye, wesayît lê neqelibiye.
Di rapora otopiyê ya Dozgerê Komarê ya Amedê de wiha hatibû gotin: “Bejna wî 1.72, kîloyê wî 60-65, temenê wî di navbera 20-25’an de, porê wî reş, çavên wî kahweyî ye. Li bedena wî lekeyên reş hene û xuyaye rastî şîdetê hatiye. Ruyê wî aliyê rastî bi rêjeyeke bilind deforme bûye, parçe bûye. Ruyê wî ji ber rakişandinê, reş bibû. Her wiha mil, çim, çog xesarên mezin dîtine.”
Di otopiya saziya tipa edlî de tiştên dişibiyan van nêrînan hebûn û lê hat îdiakirin ku ji ber teqînê jiyana xwe ji dest daye.