Li gorî dizan hemû kes dize!

Li gorî dizan hemû kes dize!

Demeke dezgehên ragihandina Partiya Demokratîka Kurdistanê(PDK) bi awayekî eşkere dijayetiya Partiya Yeketiya Demokratîk (PYD) û serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê dike. Êdî wisan lê hatiye ku PYD’ê wek hêzekî bi derve girêdidin û serkeftina Rojavayê Kurdistanê ya bi pêşengtiya PYD’ê wek destkeftiyekî bi hêzên ji derve re bi nav dikin.

Niha siyaseta PDK û helwesta ragihandina wê diyar bû, lê di xwestin bi nixumînin. Her wiha bêşerm dijminahiya Şoreşa Rojavayê dikir. Lê ta niha jî bêşerm û bê perde dijîtiya wan destpê kiriye. Ev jî çavkaniya xwe ji vê yekê digrin ku êdî bê hêvî bûn, li vê yekê ku bikarin li rêya çend bikirêgiran ve Şoreşa Rojava asteng bikin û bixin dibin kontrola xwe de.

Ji ber vê yekê bi awayekî rasterast siyaseta xwe ya dijayetiyê destpêkirine û vegeriyan siyaseta xwe ya berê ya têkbirina şoreşan. Wek roj diyare yên ku heya niha bi awayekî eşkere peywendiya wan bi rejîma Sûriyeyê re heye Partî û Barzanî ne, ne Salih Muslim û PYD ye. Ev yek ya PDK’ê bû ji berî çend heyvan bi rêya Omer Osê yê nûnerê Esed li Hewlêrê rûniştin û amadekiriyên xwe diyar kir. Gelo şandina pêşmergeya ji bo Parstina Sûriyeyê bû yan PYD’ê bû? Ew PYD ye ta niha bi dehan endamên wê  li girtîgehên Sûriyeyê hatine girtin yan yên PDK’ê ne? Gelo PYD û Salih Muslim şoreş dikin û kurdan di parêze û rojane şehîdan pêşkêşî gel û welat dike, yan jî Barzanî û PDK ya ku ambargoyê didane li ser gelê Rojavayê Kurdistanê û dixwaze bêxe dibin bandora rêxistina Barzanî ya bi navê Xêrxazî û bandoriya partiyên şeklê karton û gelê Rojava bê îrade bikin? Gelo PYD ye aramiya Rojava xirab dike ku her tim di xebite ji bo avakirina hikumetêkî hevbeş û bi navê Desteya Bilind beşdarî Cenevre 2 bibe yan ji PDK û sêberên wê aramiya wê xirab dike û Kurdan têkilhev dike ku dibin xizmeta hevpeymana hikûmeta Sûriyeyê û qet amade jî nîne beşdarî hikumeta Rojavayê Kurdistanê bibin, daxwaza herêmekê ji bo xwe dikin û dixwazin ezmûna Başûrê Kurdistanê cardin dubare bibin?

Gelo PYD ye rastiyan berevajî dike yan jî PDK û ragihandina ku dixwaze daxuyaniya Salih Muslim ya ku PDK’ê û desthiladariya wê rexne dikiye ku di bêje ‘ PDK û desthiladariya wê dixwaze bi rêya zextan û birsitiyê me terbiye bike lê belê li himberî vê yekê emê wan terbiye bikîn’ lê belê ragihandina PDK’ê  dixwazin vê daxuyaniya Hevserokê PYD’ê Salih Muslim berevajî bike ku Salih Muslim ji bo bi gelê Başûrê Kurdistanê gotiye lê di rastiya xwe de ne wiha ye tenê ji bo desthiladariya PDK’ê gotiye. Diyare gelê Başûrê Kurdistanê jî û Hevserokê PYD’ê jî wê rastiyê di zanin ku, desthiladariya PDK’ê nûnertiya xelkê Başûrê Kurdistanê nake. Belku nûnertiya wan dezgehên ku li başûrê Kurdistanê bi awayekî azad kar dikin û xwediyên malê Kurdanin. Ev û gelek pirs û mijarên din eger pêwîst bin mirov dikare behs bike, heta zêdetir ji aliyê gel ve bê ronîkirin ka sedemê wê yekê çiye PDK ew qas dijminahiya PYD’ê dike?

Kurdewariyê rast gotine “Ji ya dizan ve her kes dize.” Li gorî  PDK’ê  jî hemû kes bikirêgire.