Li girtîgeha Şakran muameleya li ser zarokên girtî dewam dike
Li girtîgeha Şakran muameleya li ser zarokên girtî dewam dike
Li girtîgeha Şakran muameleya li ser zarokên girtî dewam dike
Zarokên ku li girtîgeha Girtî a Saziya Cezayê Înfazê Zarok û Ciwanan Aliaga Şakran ya li Îzmîrê tên ragirtin ji aliyê rêveberên girtîgehê ve li rastî kiryarên xirab tên. Di demê çûna nexwexaneyê a zarokan de pêk nayê û ji faliyetên sosyal û hînkarî zarok nikarin sûd werbigirin.
Navenda Baroya Mafê Zarokan a Îzmîrê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokên Cîhanê rapora zarokên ku li girtîgeha Girtî a Saziya Cezayê Înfaza Zarok û Ciwanan ya Îzmîrê Aliaga Şakran bi daxuyaniyekî nivîskî ragehand.
Di rapora ku Hevpeymana Mafê Zarokan a 1990 ji aliyê Tirkiyê ve hatiye îmzekirin û Saziya Giştî a Neteweyên Yeşbûyî pejirandiye bi bîr xist û wiha hate gotin: “Di dema ku hevpeyman tê pêk anîn de bi salane li welatê me pirsgirêkên ku nayêne çareserkirin û di pêkanîna rêkûpêkiyên zagonî de heye, zarokên civakên yên ku ti hêzekî wan nîne hatine bê parastin hiştin. Di raporê de bal hate kişandina li Tirkiyê zarok dibine pergala bi karanîna hemû xirabî û çewsandinê ku berdewam dike û wiha hate gotin: “Perîşaniya zarokan a ji ber sucên zeyendî û di temenê zû de zewicîn, li welatê me di binpêkirina mafê zarokan de bal dikişîne ser xalekî reş.”
Di raporê de hate diyar kirin ku li Tirkiyê cihekî ku herî zêde mafên zarokan lê tê binpê kirin girtîgehên zarokane her wiha jî li gorî agahiyên dawî ku ji aliyê Rêveberên Giştî yê Malên Tevkif û Wezareta Edaleta Ceza hîna jî 1719 zarok li girtîgehên zarokan û girtîgehên ceza xarî têne ragirtin.
Her wiha di raporê de hate diyar kirin ku di sala 2013’an de zarokên ku li Saziya Cezayê Înfaza Ciwan û Zarokan a girtîgeha Aliaga Şakran li rastî kiryarên xirab tên û wiha hate gotin: “Rêveberên girtîgehan li hember zarokan kiryarên keyfî dikin. Di dema wê de zarok nayên birina nexweşxaneyê. Gazindên ku li ser zarok nikarin ji xebatên sosyal û hînkarî sod werbigirin her tim têne ser ziman. Di vê pavajoya Roja Mafê Zarokên Cîhanê a Neteweyên Yekbûyî ku em pîroz dikîn em hemû rêveber, rayedar û bi teybetî saziyên dewletê ji bo rabûna perîşaniya zarokan û ji hewildanan rabûna bê mafiya li ser zarokan, xebatên pêwist û berpirsiyariyên xwe ji bo bînin cih em wan vedixwînin pêk anîna van erkan.”