Li girtîgeha Erzîromê greva birçîbûnê

Li girtîgeha Erzîromê greva birçîbûnê

Girtiyên di Girtigeha Tîpa H ya Erziromê de tên girtin, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger a bêdem a 3 rojan kirin.

Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Tîpa H a Erziromê de tên girtin, bi boneya şermezarkirina êrîşên li ser Kobanê û polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kobanê, dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên ku bi rêya parêzerên xwe daxuyanî dan, diyar kirin ku wê ji ber sedemên jor hatine diyarkirin, 3 rojan bi awayekî dorveger û bêdem greva birçîbûnê pêk bînin.

Girtiyan, banga yekîtî û xwedîderketina li Kobanê kir.