Li Girê Spî 3 çete hatin kuştin

Li Girê Spî 3 çete hatin kuştin

Li rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ/Cebhet El-Nusra de pevçûn derket. Hate gotin di pevçûnê de 3 çete hatine kuştin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin komên çete yên DAIŞ/Cebhet El-Nusra bi hawanan êrîşî gundên Evdiko, Bîrkino û Sûsik ên li rojavayê Girê Spî kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û pevçûn derketin. Hate hînbûn ku di encama pevçûnên li derdora gundê Sûsik de 2 çete û li derdora gundê Bîrkino jî çeteyek hatine kuştin.