Li Geverê kesek hat kuştin

Li Geverê kesek hat kuştin

Li navçeya Colemêrg Geverê, li erdekî vala cenazeyekê zilamekî hat dîtin.

Li herêma Kanî Heyder a li Taxa Gungor a navçeya Colemêrg Geverê, îro danê sibê li erdekî vala cenazeyê zilamekî hat dîtin. Hat ragihandin ku cenazeyê hatiye dîtin ê Abdulkadîr Tûran ê di sala 1972'an de li Çelê ji dayik bûye ye û serê wî hatiye eciqandin. Polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê yên hatin cihê bûyer, li dû lêkolînê cenaze rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hat diyarkirin ku dozgeriyê der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.