Li Freîburg xebatên hilbijartinê hatin bilezkirin

Li bajarê Freîburg ê Elmanyayê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê hatin bilezkirin. Di çarçoveya xebatan de qeydên hilbijêran hatin nûkirin, ji bo hilbijêran bibin ser sindoqan plansazî tên kirin.

Li bajarê Freîburg ê Elmanyayê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê hatin bilezkirin. Di çarçoveya xebatan de qeydên hilbijêran hatin nûkirin, ji bo hilbijêran bibin ser sindoqan plansazî tên kirin. Ji bo tevlîbûna civvîna gel a 27’ê Îlonê li bajêr banga tevlîbûnê hat kirin.

Ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê HDP’yiyên li Ewropayê lez dan xebatên xwe. 

KESÊN QEYDÊN WAN NÎNIN BIRIN KONSOLOSXANEYAN

Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê ya li bajarê Freîburg ê Elmanyayê hat avakirin, bi ruhê seferbertiyê lez da xebatên xwe. Komîsyona ji HDP’yiyên li Freîburg, Lahr, Kehl, Offenburg û Mullheim dijîn pêk tê, nêzî mehekê ye xebatên xwe didomîne. Endamên komîsyonê yên destpêkê kontrola qeyda hilbijêran kirin, 100 kesên qeyda wan nînbû birin Konsolosxaneya Karlsruhe û qeyda wan çêkirin.  
Endamên komîsyonê diyar kirin ku komîsyoneke ji 120 kesan a li Freîburg, Lahr, Kehl, Offenburg û Mullheim ji bo HDP’ê xebateke aktîf dimeşîne heye û di rojên pêşiya me de wê vê hejmarê zêdetir bikin. 

WESAYÎT TÊN ORGANÎZEKIRIN

Komîsyona hilbijartinê ji bo bigihêje girseyeke hê berfirehtir ku xebatên xwe didomîne; diyar kir ku ji bo hilbijêrên wê di navbera 8-25’ê Cotmehê de dengên xwe li Karlsruhe bi kar bînin, dest bi organîzekirina wesayîtan kirine. Amadekarî tên kirin ku tevayî pêvajoya dengdanê welatiyan bibin ser sindoqan.

27’Ê ÎLONÊ CIVÎNA GEL

Endamên komîsyonê ragihandin ku wê di 27’ê Îlonê de, civîneke giştî herêmê digire nav xwe pêk bînin, banga tevlîbûna civînê kirin. Civîna ku wê Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî tevlî bibe, 27’ê Îlonê saet 13.00’an li navnîşana Vogensenstr.43 77933 LahrSahînê li Salona Dawetê ya Eventsê pêk bê.

JI JINAN SEFERBERTÎ

Komuna Jinên Nûda ya li Freîburgê di civîna xwe ya çend roj berê de biryar girtibû ku wê di hilbijartinan de aktîf bixebitin. Endamên komunê yên tevlî Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê bibûn diyar kirin ku wekî çawa di hilbijartina 7’ê Hezîranê de xebitîn, wê hêza xwe topyekûn ji bo vê hilbijartinê bi kar bînin.