Li Frankfurt û Giessenê bêdengiya Fransa hate şermezar kirin
Li Frankfurt û Giessenê bêdengiya Fransa hate şermezar kirin
Li Frankfurt û Giessenê bêdengiya Fransa hate şermezar kirin
Li bajarên Almanya Frankfurt û Giessenê ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê ku sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin çalakiyên herhefteyî pêkhatin.
FRANKFURT
Çalakiya li bajarê Frankfurtê di dêşengiya Meclisa Jinan ya Amarayê de pêkhat. Di çalakiya ku di demjimêr 14:30’an de li Bokunhaimewarte destpê kir, bi sloganan bêdengiya dewleta Fransayê şermezar kirin.
Di çalakiya ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtin de bi pankarta “Me komkujiya Parîsê ji bîr nekiriye, dê jibîr nekîn” vekirin û bênavber sloganen “Sakîne, Fîdan û Leyla bê mirinin” qîr kirin. Piştî Buroya Aştiyê ya Jinan (CENÎ) di çalakiyê de têkildarî komkujiyê danezan xwend, çalakî bidawî bû.
GÎESSEN
Çalakiya li Giessenê jî ji aliyê Meclisa Jinan ya Berçem ve hate organîzekirin. Di çalakiya ku li Markplatz di demjimêr 16:00’an de destpê kir, posterên sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin hilgirtin. Weke din jî çalakvanên ku pankarta daxwaza ronîkirina komkujiyê lê hatî nivîsîn vekirîn û bênavber sloganên “Sakîne, Fîdan û Leyla bê mirinin”, “Heta hesab pirsîna komkujiyê em dê li kolanan bin” qîr kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî di demjimêr 17:30’an de bidawî bû. Jinên li Giessenê her hefte roja Çarşemê di demjimêr 16:00’an li Markplatzê di çalakiyê de ne.