Li Ewropayê kurd ji bo edeletê li qadan bûn
Li Ewropayê kurd ji bo edeletê li qadan bûn
Li Ewropayê kurd ji bo edeletê li qadan bûn
Piştî qetilkirina her sê siyasetmedarên kurd yên jin ya li Parîsê, çalakiyên edeletê destpêkiribûn û ligelek bajarên Ewropa kurd daketin qadan.
Navnîşana çalakiyên Swîsreyê pêk hatin bajarê Cenevre bû û li ber avahiya Netewên Yekbûyî bû û çalakiya li Bernê jî li ber seferatxaneya Fransayê bû.
Çalakiya li Cenevreyê pêk hat, bi banga Tevgera Jinan û Meclisa Gel a Kurd ya Cenevreyê pêk hat û gelek kurd tevli bûn. Der barê komkujiyê de dxuyaniyek hat dayîn. Pankarta ‘Em edeletê dixwazin’ hat vekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di ser komkujiyê re 42 hefte derbas bûne û rayedarên Fransayê der barê kujer û plangeran de tu tiştek nekiriye. Çalakgeran wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan.
Li Bernê jî bi pêşengiya Meclisa Jinan a Mizgîn çalakî pêk hat. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku Fransa jî bi qasî kesên di sexsê gelê kurd de komkujiyan pêk tîne sûcdare û got heta kujer neyên dîtin dê çalakiya wan ya li ber seferatxaneyê bidome.
EM DIZANIN FRANSA BÛYE HEVKARÊ VÊ KOMUJIYÊ
Li bajarê Hamburg a Almanyayê bi daxwaza ku Komkujiya Parîsê bê ronîkirin cara 37’emîn çalakî pêk hat. Çalakiya ji aliyê Meclisa Jinan a Rojbîn li taxa Altona pêk hat, daxuyanî hat xwendin û da zanîn ku rayedarên Fransayê ji ber ku bi Tirkiyeyê re pirsgirêka nejîn lêpirsînê mijul dikin. Daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dizanin ku îstîxbarata Fransayê hevalên me dişopandin. Em dizanin Omer Guneş sîxurê MÎT’ê ye.”
Bi sedan belavok hatin belavkirin û hat gotin kudê her çarşemê çalkiya xwe pêk bînin. Her wiha bo çalakiya 16’ê mijdarê jî bang hat kirin.
LI BERLÎNÊ ÇALAKIYA BÊDENGIYA WE HEVKARIYA WE YE
Roja çarşemê li Berlîn a Almanyayê jî bi heman armancê çalakiya ‘Bêdengiya we hevkariya we ye’ vê hefteyê jî berdewam kir û jinên kurd bêdengiya hikûmetê ya ku 294 roje didome şermezar kirin.
Çalakî li ber seferatxaneya Fransayê pêk hat. Çalakiya ji aliyê Meclisa Jinan a Berlîn a Destdan pêk hat, de bavê Leyla Şaylemez, Cumalî Şaylemez û xwişka wê Yasemîn Şaylemez tevli bû.
Cumalî Şaylemez qetilkirina her sê jinên kurd şermezar kir û bang li serokomar, wezaretên karê hundir û karê derve yên Fransayê kir. Şaylemez got ligel ku 294 roj di ser komkujiyê re derbas bûye hêj bûyer nehatiye ronîkirin û wiha pê de çû: “bila hikûmeta Fransayê ji rayagiştî re daxuyaniyek bide.” Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
LI MUNÎHÊ JÎ HAT PROTESTOKIRIN
Li bajarê Munîh a Almanyayê, Kurdistaniyên hatin cem hev, xwestin komkujiya Parîsê ronî bibe. Çalakiya ‘Bêdengiya we hevkariya we ye’ pêk hat de ji aliyê endamen YXK’ê ve belavok hatin belavkirin. Ji bo Azadiya Ocalan îmze hatin komkirin. Di çalakiyê de hat gotin ku ligel ku 9 meh di ser bûyerê re derbas bû tu tiştek nehatiye kirin û got ev bêdengiya Fransayê hevkariya wan nîşan dide.
KURD LI DEN HAAG’Ê DI ÇALAKIYÊ DE BÛN
Kurdên li bajarê Den Haag a Hollandayê hatin cem hev çalakiya xwe domandin.endamê meclisa Hollandayê ya Bakur a PvDA’yê Gohdar Massom çalakî slav kir û piştgirî dayê. Massom xwest Fransa komkujiyê ronî bike û ji bo azadiya Ocalan jî îmze da.
Her wiha di çalakiyê de darvekirina endamê PJAK’ê Hebîbullah Gulperîpur û Riza Îsmaîlî Mamedî hat şermezarkirin.