Li Elmanyayê Tirkê Selefî hate cezakirin
Li Elmanyayê Tirkê Selefî hate cezakirin
Li Elmanyayê Tirkê Selefî hate cezakirin
Li Elmanyayê kesekî Tirk ku dema tevlî çeteyên DAIŞ’ê dibû hat binçavkirin, rastî cezayê girtîgehê hat. Ciwanê Tirk ê 21 salî bi sûcdariya ku qedexeya derketina derveyî welat binpê kiriye, qebûl nekir û tê zanîn ew di nava Selefiyan de ye.
Tirkê Selefî di doza ku li Dadgeha îdarî ya bajarê Munchenê dihat darizandin rastî 7 meh ceza hat. Tevî ku 12 mehan qedexeya wî ya derveyî welat hebû, dema bi otobusê diçû derveyî welat hat binçavkirin û hat hînbûn ku li bajar di nava komên DAIŞ’ê de xebatan dimeşîne.
Di meha buhrî de bi ciwanê 24 salî yê Kosovayî re li sînorê Avusturyayê hat binçavirin û hat hînbûn ku ciwanê Tirk ê Selefî sûcdarî qebûl nekiriye.
Rayedarên lêpirsînê bi rê ve bidin diyar kirin ku ciwanê Tirk ê 21 salî Elmanya terk kiriye û ji bo biçe Sûriyeyê tevlî DAIŞ’ê bibe, çûye.
Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha bi sedan ciwanî Elmanya terk kirine û tevlî komên çekdarî yên Suriye û Iraqê bûne. Li gorî rêxistina Parastina Destûra Bingehîn hejmara van kesan 450’yî derbas dike. Tê gotin ku nêzî 100 ciwanî dîsa vegeriyane Elmanyayê.
Li Elmanyayê di hefteya buhrî de li gelek bajaran operasyon hat kirin û di van operasyonan de kesên piştgirî dabûn DAIŞ û Ahrar el Şam hatibûn binçavkirin û di 13 malan de lêgerîn hatibû kirin. Herî dawî jî 3 keçên ciwan ên Amerîkayê ji bo biçin Sûriyeyê li balafirgeha Frankfurtê hatibûn binçavkirin.