Li dijî polîtîkaya koçberiyê ya YE zincîra ji mirovan

Li dijî polîtîkaya koçberiyê ya YE zincîra ji mirovan

Polîtîkayên koçberiyê yên Yekitiya Ewropayê (YE) ku bi hezaran mirov di vê rêya ber bi hêviyê de jiyana xwe ji dest didin, bi çalakiyan tên protestokirin. Bi sedan kesên li Strasboûrgê hatin cem hev, zincîrek ji mirovan ava kirin û xwestin polîtîkaya koçberiyê ya YE, ku weke 'Qeleha Ewropayê' bi nav dikin, were guhertin.

Nerazîbûna li mirinên ji ber polîtîkayên koçberiyê yên Yekitiya Ewropayê her zêde dibe. Li bajarê Fransa Strasboûrgê, bi sedan kes li ber Parlamenta Ewropayê (PE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatin cem hev û bi armanca şermezarkirina polîtîkayên YE zincîna ji mirovan ava kirin. Di çalakiya ku di çarçoveya Hefteya Piştevaniya Navneteweyî de bi armanca piştevaniya bi koçberan re hat lidarxistin de, polîtîkayên koçberiyê yên YE ku weke 'Qeleha Ewropayê' tên binavkirin, hatin protestokirin.

Çalakî li ser banga 15 rêxistinên civakî yên sivîl ên neteweyî û navneteweyî ve hat organîzekirin û tê de bandrolek navê 17 hezar û 306 kesên ji sala 1993'an û vir ve li ser rêya Ewopayê jiyana xwe ji dest dan nivîsandî, hat hilgirtin. Çalakgeran bandrola sed metre dirêj ji ber avahiya DMME heta ber avahiya PE ya rûniştinên mehane lê tên lidarxistin, hilgirtin.

Di çalakiya li ber avahiya Parlamenta Ewropayê de bi qîrîna dirûşmeyan hat xwestin ku Yekitiya Ewropayê polîtîkaya xwe ya koçberî û penaberiyê ya her sal rê li ber mirina bi hezaran mirovan vedike, biterikîne. Çalakgeran xwestin polîtîkayên sînor û koçberiyê yên ji aliyê Ajansa Parastina Sînor a Ewropayê (Frontex) ve tên rêvebirin ji binî ve bên guhertin û çareseriyên hîn bêtir însanî bên afirandin.

“DI KOMKUJIYAN DE BERPIRSYARIYA YEKITIYA EWROPAYÊ HEYE”

Tevî Parlamentera Parlamenta Ewropayê ya ji Eniya Çep a Fransî (FG) Marîe Chrîstîne Vergîat û Parlamenterê Ekolojî-Kesk a Ewropayê (EE-LV) Jose Bove komek ji parlamenteran jî piştgirî dan çalakgeran. Marîe Chrîstîne Vergîat li ber Parlamenta Ewropayê mafê axaftinê wergirt û got, "Ji ber ku derdora Ewropayê bi çeperan hatiye girtin, Derya Spî îro ji bo koçberan bûye gora herî mezin a cîhanê. Û di van komkujiyan de rola Yekitiya Ewropayê heye. Vergîat xwest Yekitî polîtîkayên xwe yên koçberiyê tavilê biguherîne.

BOVE: YA KU XWERAGIRTINÊ LÊ NABE, EGOÎZMA DEWLETAN E

Jose Bove di axaftina xwe ya li çalakiya zincîra ji mirovan de Yekitiya Ewropa û polîtîkayên tund ên koçberiyê rxne kir. Bove got, "Ya ku xweragirtinê lê nabe, egoîzma dewletan e. Em îro li vê derê mafê gera li gelemperiya cîhanê bê pirs û şopandin, dixwazin. Ya ku ji polîtîkayên koçberiyê yên Ewropayê re pêşengiyê dike, egoîzm e. Ev yek jî bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Çalakiya ku saet di 15'an de destpê kir saet di 16:30 de bi dawî bû.

“EV MIROV, MIROVÊN JI REJÎMÊN YEKITIYA EWROPA DESTEKÊ DIDIN WAN, REVIYANE”

Berdevkê saziya bi navê Justîce et Lîbertês (Edalet û Azadî) Alî Rastogar ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku çalakiya wan a zincîra ji mirovan ji bendewariyên wan bêtir serketî derbas bûye. Rastogar anî ziman ku dê ev çalakî zextê li rêveberên Yekitiya Ewropayê bike û bal kişand ser mirovên ji welatên sêyemîn ên ji ber polîtîkayên Yekitiya Ewropa yên leşkerî û siyasî reviyane. Rastogar wiha peyivî: "Lê belê zext têrê nake. Divê hîn bêtir tişt werin kirin. Li dû drama Lampedûsa Îtalyayê çend rojan şîn îlan kir, lê belê divê ev bûyer li vir neqede. Îro welatên Ewropayê li welatên sêyemîn ên cîhanê xwedî hêza leşkerî ne û ev yek jî tê wateya destekkirina rejîmên antî-demokratîk ên li wan deran. Bêguman ji ber van rejîman ev mirov welatên xwe diterikînin. Yanî ev mirov, mirovên ji rejîmê ku Ewropa destekê dide wan, reviyane. Ji ber vê yekê divê ji bo koçberên tên sînorên Yekitiya Ewropayê helwesteke hîn bêtir xwedî berpirsyarî were nîşandan."

DI RÊYA HÊVIYÊ DE BI DEH HEZARAN MIROVAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Her sal, bi sed hezaran mirovên ji ber sedemên cuda neçar dimînin ji welatê xwe birevin û derbasî Ewropayê bibin, ji aliyê tevnên koçberan ve di rêyên xetere re tên derbaskirin. Yek ji dramên herî bi êş ên di rêya hêviyê de, meha bihurî li peravên Girava Lampedûsa ya Îtalyayê rû da. Zêdeyî 500 koçberên ji Bakurê Efrîka bi keştiyê ketin rê, ji ber keştiya wan binav bû 366 ji wan li Derya Spî fetisîn. Karesata Lampedûsa weke trajediya herî mezin a mirovahiyê ya vê sedsalê li Derya Spî rû da, cihê xwe di dîrokê de girt.

Tê zanîn ku ji sala 1993'an û vir ve hejmara mirovên di rêya Ewropayê de jiyana xwe ji dest dane, 17 hezar û 306 kes in. Bi mirinên nayên zanîn re tê texmînkirin ku ev hejmar gelekî zêde ye.