Li Bregenzê serdegirtina malan: 5 Kurd hatin binçavkirin
Li Bregenzê serdegirtina malan: 5 Kurd hatin binçavkirin
Li Bregenzê serdegirtina malan: 5 Kurd hatin binçavkirin
Li bajarê Awusturya Bregenzê û derdora wê polîsan îro serê sibê bi ser malên Kurdan de girtin û di encamê de tevî Hevserokê Meclîsa Gel a Bregenzê 5 Kurd hatin binçavkirin.
Roja 11’ê Cotmehê bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Bregenzê xwepêşandanek hatibû lidarxistin û alîgirên DAIŞ’ê êrîş kiribûn. Di encama êrîşê de du alîgirên DAIŞ’ê birîndar bibûn.
Polîsan îro bi hinceta tevlî van bûeran bûne, bi ser malên Kurdan de girtin û Hevserokê Meclîsa Gel a Bregenzê Tahsin Akçakoca, Barol Ay, Volkan Yildiz, Hasan Çalik û Nazim Sari binçav kirin.
WÊ ROJÊ ÇI QEWIMÎBÛ?
Roja 11’ê Cotmehê, piştî nîvro bi sedan Kurd bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Kobanê meşek li dar xistibûn. Polîsan berê meşê guhert û meş di ber deriyê mizgeftekê re derbas bû. Di wê demê de bombeyeke deng teqiya.
Piştre, alîgirên DAIŞ’ê bombeya deng avêtin nava meşê û reviyan. Derdora 30-40 kesên alîgirên DAIŞ’ê xwestin êrîşî meşa Kurdan bikin. Di encama pevçûnan de du alîgirên DAIŞ’ê birîndar bûn.
Di dema meşê de, polîsan berê meşê dabûn ciheke din û meş di ber deriyê mizgeftê re derbas bibû û polîsan tu tedbîr negirtibûn. Her wiha polîsan tu tedbîrên ewlehiyê negirtibûn û ev yek bibû sedema nerazîbûna Kurdan.