Li bajarên HDP'ê dengê zêde lê wergirt, derb li malên cem tê xistin!

Li gelek bajar û navçeyên ku HDP'ê dengê xwe lê zêde kir, rêveberiyên malên cem ji wezîfeyê tên girtin. Li mala cem a Yamanlarê ku rêveberiya wê ji nişka ve hat guhertin, rêveberên nû ji aliyê Şaredarê Bayrakli yê CHP'yî ve hatine hilbijartin.

Li gelek bajar û navçeyên ku HDP'ê dengê xwe lê zêde kir, rêveberiyên malên cem ji wezîfeyê tên girtin. Li mala cem a li Yamanlarê ku rêveberiya wê ji nişka ve hat guhertin, rêveberên nû ji aliyê Şaredarê Navçeya Bayrakli yê CHP'yî ve hatine hilbijartin.

CHP a ku hewl dide Elewîtiyê li gorî polîtîkaya xwe bimeşîne û Elewiyan biherikîne nava sîstemê, herî dawî li Îzmîrê ket nava tevgerê. Rêveberiya mala cem a li navçeya Bayrakliyê hat guhertin.

Piştî ku li Mersîn, Antalya, Dîlok û Sokeyê rêveberiyên malên cem ji wezîfeyê hatin wergirtin, rêveberiya mala cem a li Yamanlarê jî ji nişka ve guherî. Ji ber ku kesên ji bo rêveberiya mala cem hatin wezîfedarkirin endamên Rêxistina CHP'ê ya Bayrakli ne û di Şaredariya Bayrakli de rêveber in, Elewiyên li navçeyê dijî nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan.

Endamên mala cem ên ji ANF'ê re axivîn, destnîşan kirin ku ew ê rêveberiyê nas nekin.

'DIXWAZIN KURDAN JI VIR BIAVÊJIN'

Sezgîn Kahraman ê ku bi dehan salan e endamê mala cem e, anî ziman ku rêveberiyek bi hilbijartinê dest bi kar kiriye, nabe bi 'darbeyê' bê xistin. Kahraman bibîr xist ku wan bi hilbijartinê re wezîfe dane rêveberiya hatiye xistin û got, "Me, rêveberiya ku hatiye xistin bi hilbijartinê wezîfe dan. Bi awayekî zelal û vekirî me dikarîbû kontrol bikin. Ev du meh in rêveberiyeke nû ji jorê ve hatiye wezîfedarkirin. Em vê qebûl nakin. Eger rêveberî wê biguhere, divê ev hilbijartinê be. Ti rewabûna rêveberiyek ji nava rêveberiya CHP'ê ya navçeyê ve hatiye hilbijartin, nîne. Di darbeyê tên. Bi vî rengî nabe. Çend roj berê di bi navê 'em ê pirsgirêkên mala cem nîqaş bikin', 22 komeleyên herêman civand û biryarên tên wateya 'Divê em Kurdan ji van deveran biavêjin' wergirtin."

'BAJARÊN KU HDP'Ê DENGÊ XWE LÊ ZÊDE KIRIYE TÊN HILBIJARTIN'

Kahraman anî ziman ku rêveberiya nû ya hatiye hilbijartin, ji navên ji aliyê Serokê Şaredariyê yê CHP'ê yê Navçeya Bayrakliyê ve hatine hilbijartin e û got, "Dixwazin dengê HDP'ê yên li navçeya Bayrakliyê zêde bûne, bi vî rengî kêm bikin. Ji ber ku Hasan Karabag nikare bê mala cem a li vê derê û biaxive. Nikare xwe jê xwedî bike. Elvan Çelen ê ku wextekê ji ber nelirêtiyê ji rêveberiya mala cem hat avêtin, xist nava rêveberiyê û bi vî rengî dixwaze xwe jê xwedî bike."

'EM RÊVEBERIYA HATIYE WEZÎFEDARKIRIN QEBÛL NAKIN'

Ji endamên mala cem Hasan Kaya jî ragihand ku dûrxistina rêveberiyek bi hilbijartinê hatiye ji wezîfeyê, li hemberî rê û erkanê Elewiyan e û wiha axivî: "Temamiya rêveberiya nû ya hatiye wezîfedarkirin, endamê rêxistina CHP'ê ya Bayrakli ye û hemû kesên di nava rêveberiya hatiye wezîfedarkirin de li Şaredariya Bayrakli dixebitin. Kesên ji aliyê Şaredar Hasan Karabag ve hatine hilbijartin di nava rêveberiyê de hatin wezîfedarkirin. Ji ber ku li Îzmîrê malên cem ji bo CHP'ê depoyeke dengan, cihê propagandayê ye. Hasan Karabag, di merasîma bîranîna Sêwasê de di deqeyeke rêzgirtinê de ranebû ser piyan jî. Demeke dirêj e nedihat mala cem, niha wê bi rêveberiya xwe re were. Yên ku kesekî nelirêtî kiriye nexist nava rêveberiyê, ji wezîfeyê hatin girtin. Di vê astê de bi çavê cihê xwe jê xwedîkirinê, li mala cem dinêrin. Em vê rêveberiya nû ya hatiye wezîfedarkirin qebûl nakin. Piştî 2 mehan hilbijartin heye, bila heta wê çaxê bisekinin."

...