Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Antalya û Karabukê agir bi daristanan ket

Li Antalya û Karabukê agir bi herêmên daristanî ket. Ji ber şewatê hin cihên niştecihbûnê hatin valakirin.

ANTALYA

Li herêmên daristanî yên taxa Kurşunlu ya Aksu, taxa Guzeloba ya Muratpaşa û taxa Guzelyali ya Manavgatê agir derket. Navçeyên niştecihbûnê yên nêzîkî deverên dişewitin ên li Aksu û Muratpaşa hatin valakirin. Ji hewa û bejahî ve agir tê vemirandin û hewldanên vemirandina agir berdewam dikin.

KARABUK

Şewata daristanê ku li gundê Çavuşlar ê navçeya Safranbolu dest pê kir, ji ber bayê li çend gundên navçeyên Merkez û Ovacik belav bû. Ji ber herêm çal û xwar e vemirandina agir zehmetir dibe. Ji ber şewatan bi tevahî 14 gund hatine valakirin û hewldanên vemirandina agir ji hewa û bejahî berdewam dikin.

ESKÎŞEHÎR

Agirê ku li taxên Fethiye û Buyuk Yayla yên navçeya Seyitgazi dest pê kir û ber bi Afyonê ve belav bû, hat kontrolkirin.