Li Amedê pîrozbahiya 27’ê mijdarê

Li Amedê pîrozbahiya 27’ê mijdarê

Meclisa Ciwanan a BDP’ê bi wesîleya 35’emîn salvbera PKK’ê li Baglarê meşa meşaleyî pêk anî.

Beriya meşê ciwan li ber Meclisa Taxa Eşît Ozgur Yurttaşê ya Taxa Korhatê hatin cem hev û polîsan beriya meşê qad dorpêç kirin.

Polîsan bi hinceta ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û HPG’ê hatine vekirin destur neda ciwanan û ciwanan bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Ciwan fedayiyên Apo ne’, ‘Fermandar Egît, partiya me PKK’ , ‘Bijî berxwendan YPG’, ‘Dîsa dîsa serhildan serokê me Ocalan’ polîs protesto kirin.

Li dijî helwesta ciwanan polîs vekişiyan û meş li Dortyola Baglarê bi dawî bû. Piştî meşê ciwanan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku PKK’ê di têkoşîna xwe ya 35 salan de gelek qezencên mezin bidest xistine û nîşaneya vê ya herî mezin, pêvajoya rizgariya demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirinê ye. Divê gelê kurd bi gotinên AKP’ê nexape. Divê beyî ku li bende tu kesî bimîne, berpirsyariya xwe bîne cih.”