Li Afyonê hewildanên lînç kirina xwendekaran

Li Afyonê hewildanên lînç kirina xwendekaran

Faşîstan hewildan ku xwendekarên demokrat û welatparêz yên li Afyonê dixwînin lînç bikin.

Xwendekarên demokrat, şoreşger û welatparêz yên li Zankoya Kocatepe a Afyonê dixwînin li nêzî sêriyana Şuhut li rastî êrişa komekî faşîst hatin. Êrişa ku li ser xweparastina xwendekaran bê encam ma, di saetên pêştir de komekî ku ji 150 kesî pêk dihat xwestin carekî din êrişî xwendekarên di rêde derbaz dibûn bikin.

Xwendekarên ku ji ber êrişê xwe xistin dikanekî berberê de, polîsên ku hatin cihê boyerê dema ku mudaxeley faşîstên êrişkar nekirin, xwendekar neçar man li parlementerên BDP’ê geriyan.

 

Piştî ku parlementerên BDP’ê li Waliyê Afyonê geriyan hêzên çevik yên polîsên ku şandin cihê boyerê xwendekar ji dikana berber derxistin û birin malên wan.