Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Leonardo Boff piştgirî da banga Rêber Apo

Ji Zanîngeha Dewletê ya Rio de Janeiro ya Brezîlyayê profesorê rûmetî yê Exlaq, Felsefeya Olî û Ekolojiyê rahîbê katolîk Leonardo Boff bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo.

PIŞTGIRIYA JI BO RÊBER APO

Ji Zanîngeha Dewletê ya Rio de Janeiro ya Brezîlyayê profesorê rûmetî yê Exlaq, Felsefeya Olî û Ekolojiyê rahîbê katolîk Leonardo Boff bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo.

Peyama Boff bi vî rengî ye:

"Ez dixwazim bibêjim ku ji Brezîlyayê ji bo aştiyê piştgiriyê didim siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyeyê û piştevaniyeke xurt didim gelê Kurd ku salên dûr û dirêj êşê dikişîne. Mafê vî gelî ye ku li se xaka xwe di nava aştî û aramiyê de, bi gelên cîran re bijî."