Konseya Ewropayê: Bila destûr bê dayîn ji bo çavdêrên serbixwe biçin Cizîrê
Konseya Ewropayê xwest, bi lezgînî destûr were dayîn, ku çavdêrên serbixwe biçin Cizîrê ya bi rojane di bin dorpêçiya leşker û polîsên Tirk de ye.
Konseya Ewropayê xwest, bi lezgînî destûr were dayîn, ku çavdêrên serbixwe biçin Cizîrê ya bi rojane di bin dorpêçiya leşker û polîsên Tirk de ye.
Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Nîls Mûîznîeks, der barê komkujî û dorpêçiya artêşa Tirk li Cizîrê dike de daxuyaniyek weşand.
Mûîznîeks bibîr xist ku ji 4'ê Îlonê û vir ve bêdawî qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û anî ziman ku agahî tên; li navçeyê xizmetên bingehîn ên weke tenduristiyê nayê dayîn, têkiliya bi navçeyê re bi awayekî cidî hatiye astengkirin, ketin û derketina ji navçeyê hatine girtin. Mûîznîeks diyar kir ku li ser bikaranîna hêza zêde ya artêşa Tirk li dijî sivîlan, îdîayên cidî hene.
Mûîznîeks destnîşan kir ku rewşa heyî ya li Cizîrê, destwerdaneke awarte li mafên mirovan ê nifûseke gelekî zêde ye û anî ziman ku tarîkirina wergirtina agahiyan jî, fikar û gumanan zêde dike.
Nîls Mûîznîeks da xuyakirin ku agahiyên heta niha ji aliyê rayedaran ve hatine parvekirin mirovan tetmîn nakin û xwest, tavilê destûr ji nûnerên saziyên mafên mirovan û çavdêrên serbixwe re bê dayîn ji bo biçin Cizîrê. Mûîznîeks da zanîn ku gotinên li ser binpêkirina mafên mirovan ancax bi vî rengî werin zelalkirin û destnîşan kir ku ew hêvîdar e rewşa krîzê ya li Cizîrê bi lezgînî were bidawîkirin.