Konferansa Demokrasî û Aştiyê bi dawî bû

Konferansa Demokrasî û Aştiyê bi dawî bû

Duyemîn Konferansa Demokrasî û Aştiyê ku ji aliyê HDP’ê ve hat lidarxistin, bi dawî bû. Konferans bi xwendina reşnivîsa encamnameyê bi dawî bû. reşnivîsa encamname ji aliyê Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ve hate xwendin.  Hate diyarkirin ku wê encamnameya tam û dawî sibê bê weşandin.

Duyemîn Konferansa Demokrasî û Aştiyê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê lidarxistin, bi xwendina reşnivîsa encamnameyê bi dawî bû. Hate diyarkirin ku wê encamnameya tam û dawî sibê bê weşandin.

Reşnivîsa encamname ji aliyê Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ve hate xwendin. Di reşnivîsa encamnameyê de hate bibîrxistin ku gelek kes ji sazî û rêxistinên cuda tevlî konferansê bûne. Her wiha, hate diyarkirin ku konferans bi sernavên “Gefên herêmî yên li dijî aştiyê û derfetên çareseriyê”, “Aştî û rêkûpêkiya nû ya siyasî”, “Ji bo aştiyeke mayînde mafên çandî û civakî”, “Pêşniyarên ji bo pêvajoya aştiyê û domandina rêxistinbûna têkoşînê” pêk hat.

Her wiha, banga xwedîderketina li têkoşîna aştiyê ya li Tirkiyeyê hate kirin û hate destnîşankirin ku divê hemû ji bo jiyan û pêşerojeke wekhev û demokratîk bi hev re têbikoşin.

Hate diyarkirin ku hemû beşdarên konferansê piştgirî didin têkoşîna gelê Rojava û rêveberiya xweser û hat xwestin ku “Gotûbêjên avakirina herêma tampon bên bidawîkirin.”

Di reşnivîsa encamnameya konferansê de bal kişandin ser girîngiya pêvajoya çareseriyê û hate gotin ku ji bo pêvajo bi awayekî baş bi rê ve biçe, divê derfet bê dayin ku Ocalan bikare bi derdorên cuda re hevdîtinan bike û li Îmraliyê sekreterya bê avakirin.

Di reşnivîsa encamnameya konferansê de bal kişandin ser mafên hemû alî û derdoran û rewşa girtiyên nexweş jî.  

Di reşnivîsa encamnameyê ev xal hatin destnîşankirin:

"*Êrîşên kuştinê yên DAIŞ'ê ku hêzên kurewî û herêmî li ser axa Rojhilata Navîn pêk tên didomin. Şerê di navbera blokan ku AKP jî di nav de ye li Sûrî û Iraqê didome. Konferansa me, têkoşîna Kobanê ya li dijî nÎîadperest û komkujiyê silav dike û bi hêz piştgiriyê dide.

* Ji bo reveberiyên kanton ên li Rojava ku li ser hêza gel a xweseriyê û azadiya zayendî, demokratîk tên avakirin bigêjin statuya xwe û ji aliyê navneteweyî û Tirkiyeyê ve bên naskirin em ê bibin şopdar û daxwaz bikin.

*Bila dawî li lêgerîna herêmên tampon bên kirin.

*Ji bo mekanîzmayên navneteweyî yên li dijî komkujiyê têkevin jiyanê û welatên piştgiriyê didin komkujiyê bên darizandin em ê xebatan bimeşînin û ev yek hedefa me ya sereke ye.

* Konferansa me tespît kir ku pêvajoya aştî û çareseriyê di pêvajoyek kirîtîk de ye. Konferans ji bo astengiyên li pêş aştî û çareseriyê bên rakirin wê têbikoşe.

* Divê bi lezgîn ev guhertinên zagonên ewlehiyê yên ku bibe sedema Tirkiyeyê bibe OHAL'ê bên rawestandin û betalkirin.

* Konferansa me tespît kir ku ji pêvajoya destpêkê ya 2013'an heta niha hikûmetê tu gavên şênber ên çareseriyê neavêtiye. Dîsa politîkayên Rojhilata Navîn û AKP'ê bû sedema ku di bûyerên dawî de 48 welatî jiyana xwe ji dest bidin.

* Ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê bi tenduristî bimeşe, divê şert û mercên diyalog û muzakereyan ên bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan re wekhev û azad pêş bikevin. Divê rêya li pêş Birêz Ocalan ku karibe bi heyetên cuda re hevdîtin pêk bîne bê vekirin û dest bi xebata sekreterya û lijneya şopandinê bike.

* Rêya sereke ya pêvajoya aştiyê makezagona demokratîk, azadîparêz û naskirina nasnameyen cuda ye. Divê rêveberiyên herêmî karibin azad xwe bi rê ve bibin û bi zimanê zikmakî perwerdehiya cemawerî bê dayîn.

* Divê Tirkiye gelek xalên peymanên navneteweyî ku fikar daniye ji holê rake û bi temamî tevlî van xalan bibe.

* Divê Tirkiye komkujiya 1915'an a Ermenî û Suryaniyan qebûl bike.

* Divê girtiyên nexweş neke mijara bazarê û bi lezgîn serbest berde. Divê konferansa me bi fikra aştiya civakê li herêmê pêş dikeve konferansa aştî û demokrasiyê li herêman pêş bixe."