Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Komkujiya Şengalê li Moskowayê hat bîranîn

Komkujiya ku DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî civaka Êzidî pêk anîbû, li paytexta Fedrasyona Rûsyayê Moskowayê bi çalakiyekê hat bîranîn.

Civîn bi pêxistina 74 findan û ji bo şehîdên Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre nameya Rêber Apo ya ku ji bo civaka Êzidî hatibû şandin hate xwandin. Piştî nameyê Şêx Siyabend axivî û dua ji bo cangoriyên Şengalê kir.

Endama Komalên Jinên Kurdistan (KJK) a li Rûsyayê jî axivî û behsa destpêka Îslamê li Kurdistanê Şengal kir û got, pêwîste rewşeke wê ya xweser hebe. Her wiha got: “Me soz daye ku komkujiyên bi vê rengî dubare nebin. Û em ê heya dawî li jin û keçên winda bûyî bigerin.”

Her wiha balkişand ser rola gel û rêxistinên Kurd ên li derveyî welat ji bo naskirina Komkujiyê. Her wiha bal kişand ser gotinên Rêber Apo ji bo Şengal û Rojava ku dibêje, “Şengal û Rojava Xeta Sor e” û diyar kir ku hêzên me amade ne gelê xwe biparêze.

Her wiha endamê Meclîsa Moskowayê Andoye Mîşa û Seroka organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê 'Viyan' Tera Qadir jî axivîn û komkujî şermezar kirin.