Komîsyona Jêr a Meclîsê pakêta darazê erê kir

Komîsyona Jêr a Meclîsê pakêta darazê erê kir

Pakêta darazê, ji aliyê Komîsyona Jêr a Edaletê ya Meclîsê ve hate erêkirin. Di pakête ‘gumana maqul’ a ku herî zêde di raya giştî de dihate gotûbêjkirin, di detpêka pakête cih girt û komîsyon bêyî ku tu guhertinek pêk bîne, erê kir.

Rûniştina Komîsyona Jêr a Edaletê ya Meclîsê xebatên der barê pakêta pêşniyara sererastkirina hin bendên qanûnên weke qanûna dadger û dozgeran de, bi dawî bû. Hin madeyên ku bûn sedema gelek gotûbêj û nîqaşan, hatin derxistin û di hin madeyan de guhertin çêbûn.

Di pêşniyarê de madeyên weke tesbîtên ragihandinê, guhdarkirin û tomarkirinên bi rêbazên teknîkî, hatin berfirehkirin û piştî rûniştinê careke din hatin tengkirin. Li gorî vê, di madeya 302 ya Qanûna Ceza ya Tirk kesên ku bi “têkbirina yekîtî û yekpariya dewlet û welat” tên sûcdarkirin wê bi rêbazên teknîkî bêne şopandin û guhdarkirin.

Di pakête ‘gumana maqul’ a ku herî zêde di raya giştî de dihate gotûbêjkirin, di detpêka pakête cih girt û komîsyon bêyi ku tu guhertinek pêk bîne, erê kir.