Koma Dostaniya Kurd a PE’ê ji bo Kobanê û Şengalê civiya

Koma Dostaniya Kurd a PE’ê ji bo Kobanê û Şengalê civiya

Koma Dostaniya Kurd a Parlamentoya Ewropayê (PE) bi armanca êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê û Şengalê binirxînin civînek pêk anî. Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Karên Derve Berpirsyar Nazmî Gur axivî û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku piştgiriyê bidin Kobanê.

Li ser banga endamê Koma Çep a Parlamentoya Ewropayê Marîe Chrîstîne Vergîat û ji koma Keskan Bart Staes û buroya Ewropayê ya HDP’ê, Koma Dostaniya Kurdan a PE’ê civînek pêk anîn.  Ji Swêd, Spanya, Îngîlîstan, Yewnanîstan, Fransa, Bulgarîstan û Qibrisê 13 parlamenter tevlî civînê bûn û her wiha 20 parlameteran jî cîgirên xwe şandin. Hinek parlamenteran diyar kirin ku dixwazin bibin endamên komê. Berpirsê Karê Derve yê HDP’ê Nazmîr Gur di civînê de êrîşên li ser Kobanê û Şengalê nirxand û diyar kir ku êrîşên li ser Kobanê û Şengalê didomin û wiha got: “Kurd li Kobanê di nava berxwedaneke mezin de ne. Li gel vê çeteyan hemû rêbazên xwe yên îmhayê xistiye dewrê û hewl didin bigihêjin encamên xwe yên qirêj.

Gur da zanîn ku wan wek partî ji bo penaberên ji Kobanê û Şengalê hatine 5 bajarên kon yên ji 40 hezar kesî pêk tên ava kirine û lê dewlet li dijî wan bê eleqe ye. Gur bal kişand ser rewşa Êzidiyan jî û got ku divê kirîna jinên Kurd yên li bazaran wek kole tên firotin bê bihîstin û got ji bo vê hewcedarî bi piştgiriya navneteweyî heye.

Di civînê de biryar hat dayîn ku der barê Kobanê û Şengalê de înîsiyatîf bê avakirin û di mijara pêkanîna konferansan de yekîtî derket holê.