Kobaniyî nanê xwe ji pembo derdixin
Kobaniyî nanê xwe ji pembo derdixin
Kobaniyî nanê xwe ji pembo derdixin
Bi hezaran kesên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê hatin Pirsûsê, ji bo nebin muxtacê kesî, paletiyê dikin. Kobaniyên ji Serxetê derbasî Binxetê bûn li benda roja ku çete ji warên wan bê derxistin û zarok jî bi xeyala ku wê kîjan rojê bigihêjin bavên xwe yên di şer û pevçûnan de ne.
Kobaniyên ku ji bo muxtacî kesî nebin li zeviyên pembo paletiyê dikin, diyar dikin ku ew ne mayînde ne û wê di demeke kurt de vegerin welatê xwe.
Saba Nebo ku 25 roj berê ji Kobanê hat Pirsûsê, diyar kir ku hevserê wê li Kobanê maye û bi zarokên xwe re li zeviyên pembo dixebitin û wiha got: “Em ji Kobanê derbasî gundê Boydê bûn. Lê me nexwest em bikevin bajarê kon. Em niha li zeviyên pembo dixebitin. Em ê bi vî pereyî debara malbata xwe bikin. Xaniyên gund ên xerabe me tamîr kir û em ketinê.
HER TIŞTÊ ME WÊRAN KIRIN
Mustafa Mihemed ê ji gundê Qirfilê yê Kobanê hatin Pirsûsê, diyar kir ku diziya DAIŞ’ê jî gelek navdar e û wiha got: “Li Kobanê malên me ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin wêran kirin. Em 20 roj berê ji Kobanê hatin. DAIŞ’ê her tiştê me wêran kir. Mal û milkê me êdî nema. Min zarokên xwe bi lez derbasî sînor kir. Lê hê gelek xizmên me li wir in. Em jî dipên ku demildest Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin. Niha jî em li zeviyên pembo dixebitin. Her çiqas me ev kar nekiribe jî em neçar in bikin.
XEYALÊ MIN EV E EZ BIGIHÊJIM BAVÊ XWE
Narîn Îbrahîm ya 12 salî diyar kir ku di saetên zû yên sibê de diçin zeviyên pembo û wiha got: “Dema ez pembo berhev dikim ez xeyalê ku dê kengî bigihêjim bavê xwe dikim. Bavê min li Kobanê ma. Em jî hatin vir. Ez cara yekem pembo berhev dikim. Ez rojê 30 kîlo pembo berhev dikim. Em sibehê zû tên vir. Ez tu car wisa zû ranebibûm. Bavê min qebûl nedikir. Lê bavê min niha li Kobanê ye. Ez westandin û xewê hîs nakim.
Fewaz Îbrahîm (13) jî got: “Ez bi sê xwişk û dayika xwe re pembo berhev dikim. Lê li Kobanê jiyanek me ya normal hebû. Niha ev kar heye . Em ê bi vê debara xwe bikin. Her roj saet di 06.30’an em tên zeviyê. Heta 07.30 em li vir in. Di rojên destpêkê de hinek zehmet bû, lê niha ne zehmet e.”