KNK’ê banga lezgîn li gelê Kurd û civaka navneteweyî kir!

KNK’ê banga lezgîn li gelê Kurd û civaka navneteweyî kir!

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Uzun êrîşên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê şermezar kir û bang li gelê Bakurê Kurdistanê kir ku biherikin sînor.

Endamê Konseya Rêveber ê KNK’ê Adem Uzun ku di standa Hefteya Çanda Kurd a ji 17’ê Îlonê de li Qada Îspanyayê ya Brukselê hatiye vekirin de ji ANF’ê re axivî û bang li gelê Kurd û civaka Navneteweyî kir.

Uzun got: “Êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê yên li du parçeyên Kurdistanê didomin. Bi taybet ev sê rojên dawî ye bi tankên ku ji artêşa Suriye û Iraqê girtine û lojîstîka ji sînorê Tirkiyeyê girtine li dijî Kobanê êrîşên dijwar pêk tînin.

BÊDENGIYA HIKÛMETÊN ROJAVA..

Uzun diyar kir ku li dijî êrîşên çeteyan di serî de gelê Kobanê û YPG û YPJ berxwedanek mezin nîşan didin û her wiha bêdengiya hikûmetê Rojava jî şermezar kir.

Uzun got: “Li gel ku êrîşên li hemberî Kobanê di rojeva cîhanê de ye jî DYA ya ku dibêje ez ê li dijî DAIŞ’ê stratejiyek diyar bikim û êrîşa hewayî pêk bînim tu tiştek nekir.

Li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîn dayîn her çiqas peywira me Kurdan be peywira hemû cîhanê ye. Lê bi taybet em bêdengiya Yekîtiya Ewropayê û Koalîsyona Navneteweyî şermezar dikin.

Em bang li hemû gelê Bakurê Kurdistanê dikin ku biherikin sînor û ciwan tevli berxwedanê bibin û her wiha Kurdên Ewropayê jî bila bikevin nav hewldana dîplomasî û agahdarkirinê.

Em bang li hemû gelê Bakurê Kurdistanê dikin ku bi awayekî aktîf biherikin sînoran û her cureyê piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. Em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî eniyên berxwedanê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku ciwanên bakur dê bi hêzeke mezin bersivê bide vê peyamê.

Gelê me yê Ewropayê jî divê bikevin nava hewldana agahdarkirin û dîplomasiyê. Me wek KNK’ê  bang li hemû sazî û rêxistinên navneteweyî kiriye. Ji bo vê me semîner, konferans û mîtîng plan kiriye.”