Karayilan: Berxwedana pîroz ya PKK’ê dê serbikeve

Karayilan: Berxwedana pîroz ya PKK’ê dê serbikeve

Endamê Desteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û got: “PKK dê di sala 36’emîn de bi têkoşînê hîn zêdetir bihêz bibe û mezin bibe. Bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane û bi rêbazên berxwedanê, berxwedana pîroz ya PKK’ê dê serbikeve.”

Li Qadên Parastina Medyayê 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê bi merasim û çalakiyên cihêreng tê pîroz kirin.

Ji yek mersimên ku li Qadên Parastina Medyayê pêk hat jî Endamê Desteya Rêveber ya PKK’ê Mûrat Karayilan, Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Leyla Sorxwîn û Sebrî Tendurek, ji Fermandarên HPG’ê Çîgdem Dogû û Botan Bahoz beşdar bûn. Di merasimê de Mûrat Karayilan şehîdên PKK’ê bibîr anî û da diyarkirin ku, di 36’emîn sala PKK’ê de ew dê ji her demê zêdetir bihêz bin û ber bi serkeftinê ve bimeşin. Karayilan got: “Em dê 36’mîn sala PKK’ê bi ruhê Şehîd Reşîd Serdar û Şehîd Sarayan bikin sala serkftinekî mezin. PKK dê di sala 36’mîn de dê bi berxwedanê hîn zêdetir bihêz bibe û mezin bibe. Bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane û bi rêbazên berxwedanê, berxwedana pîroz ya PKK’ê dê serbikeve.”

Karayilan da zanîn ku, kongreya yekemîn ya PKK’ê beriya 35 salan li gundê Fîsê yê Amedê hate kirin û ev tişt vegotin: “Hem di dîrok têkoşîna me de û hem jî di dîroka gelê me de 27’ê Mijdarê rojeke girînge. Vê rojê biryara berxwedanekî mezin hate girtin. Beriya 35 salan li Gundê Fîs yê Lîceyê di kongreya yekemîn de Partiya Karkerê Kurdistan hate avakirin. Di vê kongreyê de bi armanca li Kurdistanê têkoşîna azadiyê bilind bikin û vejînkirina netewê biryar hate girtin.

Em di serî de 35’emîn salvegera damezirandina PKK’ê li Rêber Apo, hemû gelê Kurdistanê, hemû dostên gelê Kurd, hemû milîtanên PKK’ê, şervan û xebatkaran pîroz dikîn. Di avakirina PKK’ê û di pêşxistina têkoşîna 35 salan de ku mînakên wê tune ne, her wiha berxwedan û kedekî bê emsal daye Rêber Apo ye. Di vê roja pîroz de li ser navê gerîlayên azadiya Kurdistanê Rêber Apo silav dikînû rêz û hurmeta xwe pêşkêş dikîn. Hemû şehîdên ku em anîne van rojan û desta qehremaniya 35 salan afirandîn di şexsê rêheval Şehîd Heqî Karer de bi rêz bibîrtînin, her wiha ew soza ku me daye wan bi wesîleya vê rojê careke din dubare dikîn.

Ey şehîd bila ruhê xwe şad be, ala we her ku diçe hîn zêdetir bilind dibe. Hûn dê hertim hêza têkoşîna me û çavkaniya ronahiyê bin û fermandarên me bin. Heta ku Rêbertiya Azad, Kurdistan Azad pêkbê, têkoşîna we bêxwedî namîne û bêgûman dê qezenc bike. Soza me, hevpeymana me dê pratîka me be.”

‘LI KURDISTANÊ DÎROKEK NÛ HATE AFIRANDIN’

Karayilan di berdewamiya axaftina xwe de got, “Pêşketina têkoşîna azadiyê û avabûna PKK’ê bi xwe re li Kurdistanê dîrokekî nû afirandiye. Çawa ku bi PKK’ê re ji hemû cure asîmîlasyon, helandin û koletiyê re gotin na, li dijî her cûre dagirkerî û mêtîngeriyê jî serî rakirine û têkoşînekî bê emsal meşandine. Bêy ku pişta xwe bide hêzekî, tenê pişta xwe dayî hêza xwe ya cehwerî û fikra xwe ya cewherî; pişta xwe tenê dayî hêza xwe, gelê xwe û çiyayan, berxwedanekî pir mezin nîşandaye û bûye vînekî pir mezin.”

Karayilan da diyarkirin ku, “Di dîroka têkoşîna 35 salan ya PKK’ê de 20 hezar şehîd dane” û gotinên xwe wiha dom kir: “Ji Şehîdê me yê destpêkê Heqî Kareke, heya Mazlûman, Kemalan, Xeyrî Durmuşan, Akîf Yilmaz û Elî Çîçekan; ji Ferhat Kurtay heya Egîdan, Erdalan, Bedranan, Bêrîvanan, Bêrîtanan, Zîlanan, Ezîme û Zelalan, hemû şahadetên binirx têkoşîna me mezin kirin. Têkoşîna me bi her şehîdekê re bêhtir mezin bû, pêşket û kete pêngavên nû. Ji Şehîd Erdal, Şîlan û Viyanan ku li dijî Komploya Navnetewî bi slogana Hûn Nikarin Roja me Tarî bikin bi ruhek fedaî meşiyan şahadetê. Pêşengê Pêngava 1’ê Hezîranê Fermandar Adil, Nûda û Sorxwînan, pêşengên mezin ên Pêngava Dema Stratejîk ya Çaran ya Şerê Gel yê Şoreşgerî Rustem, Elîşêr, Çîçek, Xebat Dêrik, Celal, Arjîn, Nûman, Kerîm, Simko, Mehmet û Rojînan, xelekên şehîdan mezinbûn û berdewam kirin. Ji qehremanên dema dawî rêheval Çekjîn, Dilovan, Warjîn heya Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahiyan; heya fermandarê mezin şehîd Reşîd Serdar xeleka zincîra şehîdan Kurdistan anî vê rojê. Bi dirêjahiya vê têkoşînê me 20 hezar şehîd dan. Kur û keçên Kurdistanê li dijî hemû cûre polîtîkayên dagirkerî û mêtîngeriyê berxwedanekî bê mînak dane meşandin. Li Kurdistanê gelekî nû dane avakirin, şoreşa vejînê û zîhniyetê pêşket. Li ser vî bingehî Kurdistan ji nû ve hate avakirin.”

‘BERXWEDANA PKK’Ê QEHREMAN AFIRANDIN’

Karayilan da zanîn ku, bi avabûna PKk’ê re li gel Kurdan zanabûna netewî pêşket û got: “ Gelê me yê bêçare hate hiştin, nezan, feqîr û bêhêz xistîn, zanabû, bihêz bû û xwedî li heqîqeta xwe derket. Gelê Kurd ji bo xwe şoreşekî civakî pêkanî. Şoreşa jinê avakir. Jina Kurd ji tunebûnê derxist û bi îrade kir. hêza gelê Kurd hîn zêdetir mezin kir. Civak bihêz kir û ji nû ve avakir. Gelê Kurd ji paşketinê derxist û bi çaxa nû re kir yek. PKK’ê stratejî, têkoşîn û siyaset bi gelê Kurd da qezenc kirin û Kurd kire netew. Ruhê yeketiya netewî pêşxist. Ji Kirmanşahê heya Dêrsimê, ji Dêrsimê heya Efrînê, ji Kobanê û heya Qamişloyê, ji Qamişlo heya Silêmaniyê, Kerkûk û Hewlêrê ruhê yeketiyê avakir. Ruhek netewî ê berxwedêr afirand. Gelê Kurd ê li Rojhilata Navîn weke fîguranekî, di destê dijmin de weke kartekê dihate lîstin rizgar kir û ji fîgurantiyê gihande aktoriyê. Gelê Kurd anî rewşa aktorekî xwedî rolekî girîng li herêmê. Civakekî ku bikare pêşeroja xwe bi xwe diyar bike ava kir. Aha ji ber vê çendê em dibêjin ku, berxwedana PKK’ê di dîroka Kurdistanê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Berxwedana PKK’ê qehreman, destan çêkirin. Gelê Kurd ê di sekeratê de anî gihande ber serkeftinê.”

‘JI HER DEMÊ BÊHTIR PÊWÎSTÎ BI GERÎLAYÊN AZADIYÊ HEYE’

Karayilan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Rojava û wiha got: “Em niha dikevin 36’emîn salvegera PKK’ê. 36’emîn salvegera PKK’ê pêngavek girîng e. Îro li Kurdistanê, rojavê Kurdistanê şer he ye.   Li Rojhilata Navîn şer he ye. Pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin hatiye asta xitimandinê. Li çar parçeyên Kurdistanê kurd bi hêviyên mezin li pêşeroja xwe dinêrin. Êdî gelê kurd ne tenê ji bo xwe her wiha ji bo hemû biratiya gelan di şoreşa Rojhilata Navîn de bi ruhekî demokratîk, azad û enternasyonalîst rola xwe dilîze.  Mînaka vê yekê jî di Şoreşa Rojava de derketiye holê. Gelê me bi pêşengiya YPG’ê qehremantiyek mezin nîşan daye. Bi boneya vê rojê ez bi dil û can wan carek din silav dikim. Di pêşerojê de azadî û demokrasî he ye. Dê berxwedana gelê me hemû gelên asûrî, suryanî, fars, ereb û tirkan bîne gel hev. Bila êdî tevgera azadiya kurd û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bizanibin ku di salvegera 36’emîn de pêwista gelê me zêdetir bi me he ye.  Îro zêdetir paradîgmaya Rêber Apo derketiye pêş. Îro zêdetir pêwistiya gelê me bi parastina gerîlayan he ye.”

Karayilan di marasimê de Fermandarê Leşkerî yê HPG’ê Reştî Serdar, Kerîm Şirnex û yek ji kadroyên pêşeng ya PKK’ê Sakîne Cansiz bi bîr anî û wiha got: “Em li ser vî esasî dibêjin ruhê şehîdên pêvajoya dawiyê û hemû şehîdên qehreman ji bona me mînakin. . Rêhevalê Kerîm ( Hamît Akil) û Hakî Urfa (Hakkî Uludag) bûne mînakên paqij, hevaltî, rastî û girêdan bûyînê. Rêheval û Fermandar Reşît (Mehmet Can) jî ji bo hemleyê bû ruh, serkeftin, fedekarî û cesaret. Rêheval Sara (Sakîne Cansiz) jî bû ruhê Apocî, jinên azad û bû qehremana mînak ji bo jinên kurd û bûye peyama serkeftinê.  Ev rêhevalên me nîşaneyên serkeftinêne.”

Karayilan di merasimê de Cejna Vejînê li gerîlayan pîroz kir û herî dawî wiha got: “ Emê bi rihê şehîd Sara û şehîd Reşît Serdar 36’emîn salvegera PKK bigehînin serkeftinê. Di salvegera 36’emîn de dê PKK bi têkoşînek mezin bi hêz bibe û berfireh bibe. Dê bi rêbazên aştî, demokarasî û berxwedanê dê PKK bigehîje serkeftinê. Em bivê hêviyê û baweriyê dubare salvegera PKK’ê li hevalan pîroz dikin.”

Piştî axaftina Mûrat Karayilan  gerîla li ser girîngiya pêvajo û 27 Mijdarê civîn pêk anîn. Piştî şahiyên cûr bi cûr 35’emîn salvegara PKK’ê bi gerandina govendê hat bidawî kirin.