Kakabaveh ji ber Rojava bang li Barzanî kir

Kakabaveh ji ber Rojava bang li Barzanî kir

Konê li qada pêşberî Parlementoya Swêdê ji bo rakirina ambargoya li ser Rojava hatî vedan Parlementera Partiya Çep Emîneh Kakabaveh serdana konê kir û got, gelê Rojava ji bo parastina xak û nasnameya xwe li dijî çeteyan biqehremanî berxwe didin û pêwîste hemû parêzvanên mafê mirovan piştgiriyê bidin vê berxwedanê.
Kakabaveh ji ANF'ê re axivî da diyarkirin ku, rewşa Sûriyeyê her roja ku diçe ji bo hemû gelan, Elewiyan û Suniyan ber bi xirab bûnê ve diçe, ji bo Kurdan û Xiristiyanan jî hîn zêdetir xirab û giran dibe.
Kakabaveh anî ziman ku, Tirkiyeya ku li aliyekê dixwaze bibe endamê Yeketiya Ewropayê û xwe weke welatekî demokratîk dide naskirin, li aliyekê hevdîtinê bi kurdan re çêdike, li aliyê din jî dîwarên Apartheid ava dike. Ev nayê qebûl kirin. Kakabaveh got: "El Nusra û komên El Qaîde ên biberdewam komkujiyan li ser Kurdan dikin, Tirkiye û Iraq ji bo derbazî Rojava bibin çavê xwe lê digirin. Ne tenê Tirkiye, welatên din ên cîran jî bi helwesta dijminane ya li hemberî Kurdan dibe sedem ku rewşa Rojava her ku diçe xirab dibe."
Kakabaveh bertek nîşanî helwesta Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku deriyê sinorê Rojava girtiye da û anî ziman ku, "Dema ku demekê Barzanî ketî tengaviyê û pêwîstiya wî bi alîkariyê heyî, eger Îran û Tirkiyeyê deriyê xwe lê girtiban dê çi çêbiba? Dê çi hîs kiriba? Şerme Barzanî ambargo daniye ser Rojava. Pêwîste mirov paşeroj û dîroka xwe ji bîr neke. Çawa bûye Serok Komar pêwîste bibîr bîne. Barzanî bi piştgiriya hemû Kurdan bû Serok Komar. Eger ew jî weke rejimên din deriyên sinor bigire, tu ferqa wî ji rejimên din namîne." Kakabaveh li ser vê yekê bang li Barzanî kir ku, ambargoya li ser Rojava rake.
Kurdistaniyan weke duh, îro jî bi dirêjahiya rojê di konê de filmên ku bûyerên li Rojava vegotin dike pêşkêş kirin û bi belavkirina danezanan rayagiştî agahdar kirin. Komek ya Kurdistaniyan jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze komkirin.
31'ê Cotmehê roja Pêncşemê di demjimêr 14'an de di konê de dê di derbarê pêşketinên dawî ên Rojava de civînek ya çapemeniyê bêdayîn.