John Kirby: Hêza YPG’ê em matmayî hiştin
John Kirby: Hêza YPG’ê em matmayî hiştin
John Kirby: Hêza YPG’ê em matmayî hiştin
Berdevkê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê diyar kir ku hêza Kurdan bi DAIŞ’ê re ew matmayî hiştine.
Berdevkê Wezîrê Parastinê yê Amerîka John Kirby li ser hêza YPG’ê li hember DAIŞ’ê ji kanala ‘El-Hore’ re axivî û diyar kir ku bajarê Kobanê ji bo DAIŞ’ê xwedî girîngiyekê ye û hewl didin ku wî bajarê dagir bikin, ji ber wê jî ev bajar ji bo wan jî girîng e.
Kirby di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “DAIŞ niha gelek hêzên xwe dişîne Kobanê û bi vî awayî wê bibin hedefa balafirên şer ên Amerîka û wê hêzên Kurd jî ji erdê ve wan bikin hedef.”
Her wiha Kirby da diyarkirin ku hêzên Kurd karek ku mirov bawer nake di vê qada şer de kirine û ew matmayî hiştine, ji bo wê jî Amerîka biryar girt ku bi balafirên şer ji wan re alîkarî bişîne.
Berdevkê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê John Kirby destnîşan kir ku wê ev şer demek dirêj berdewam bike.