Ji Komelên Ciwan peyama 27’ê Mijdarê

Ji Komelên Ciwan peyama 27’ê Mijdarê

Tevgera Ciwanên Kurd Komalên Ciwan 35. Salvegera damezrandina PKK’ê bi peyamekî pîroz kirin.

Komalên Ciwan di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kirin ku gelê Kurd bi sedsalan li hemberî êrişên hêzên desthilatdarên emperyalîst û dagirker rû bi rû mane û PKK’ê hêz û baweriyekî mezin daye gelê Kurd.

Komelên Ciwan ku diyar kirin gelê Kurd li ser coxrafya Kurdistanê hemû demê di rewşekî berxwedêr de jiyane û wiha dewam kirin. “Bi Sazîbûna Komara înkarcî a dewleta Tirk di sala 1930’an de bi terora ku li ser coxrafya Kurdistanê daye meşandin heya salên 1940’an weke ku Kurdistan kiribû goristanek û yên ku sax mayîn jî ji girtina şîniyê hêlabûn.

Ji salên 1940’an şûnde weke ku bêjî gelê ku bi salan destanên qehremaniyê nivîsîne çûye li cihê wî gelek ku ketiye bêdengiya mirinê hatiye. Ji aliyê talaniyê ve ziman, nasnama wî hatî qedexekirin û xistiye rewşekî ku nekare tiştekî aîdê xwe bi xwe bijî. Dest ji parastina nirxên xwe yên netewî berde, hatibû rewşekî ku bi karanîna navê xwe jî weke tewanekî herî herî mezin jêre dihate hesibandin.

PKK’ê ev tirs ku şikand, ew gelê ku di her ser rakirinekê de li rastî talaniyekî mezin dihat bawerî û cesaret dayê.”

Komelên Ciwan ku diyar kir PKK’e weke tevgerekî ciwanan destpê kirine û bi gel re bûye yek û rûhê ciwanan derbazî hemû gel kirine, rûhê gel yê ku bi ciwanî dest bi tekoşînê kiriye rastiyekî gel derxist holê.

Peyama Komelên Ciwanên ku bi “salvegerên damezrandina PKK’ê pîroz be” û peyama xwe wiha bi dawî kir: “Dîroka me ya ku bi tekoşîna 35 salan derbaz bûyî, yan jî di demên ku pêştir de tekoşînên hatine destpê kirin bi hezaran rêhevalên me yên qehreman û gelê me yê welatparêz di meşa şoreşê de gihiştine şahadetê.

Dîroka tekoşînê ya PKK’ê weke ku ji dîrokekî ji tûnebûnê hebûn afirandiye. Tekoşîna me ya ku bi keta şîhîd û gelê me hatiye avakirin îro ji bo tevayê gelên Cîhanê bi navê sosyalîzmê, demokrasiyê û azadiyê bûye îlhama hêviyê.

Êdî li kûdera Cîhanê dibe bila bib edema ku li dijî emperyalîzm û dagirkeriyê behsa tekoşîna azadiyê tê kirin bi bîranîna navê PKK’ê û gelê Kurd weke erka destpê kirinê lê hatiye. Bi boneya 35. Salvegera damezrandina partiya me, şehîdên me yên qehreman ku ev rojên serkeftinê em deyîndarê wane bi minet bi bîr tînîn û sonda berdewam kirina tekoşîna wan didîn. Cardin salvegera ji nûda dayîkbûna gelê xwe yê welat parêz pîroz dikîn.”