Ji HDK'ê peyama Cejna Qurbanê
HDK’a Cejna Qurbanê pîroz kir, daxwaza jiyana azad kir. HDK’ê di peyama xwe de daxwaz kir ku polîtîkayên şer bi dawî bibe û derbasî muzakerayan bên kirin.
HDK’a Cejna Qurbanê pîroz kir, daxwaza jiyana azad kir. HDK’ê di peyama xwe de daxwaz kir ku polîtîkayên şer bi dawî bibe û derbasî muzakerayan bên kirin.
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK)’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand.
Di peyamê de hat gotin ku cejn di pêvojeyeke ku AKP’ê konsepta şer kiriye dewrê pêşwazî dikin û wiha hat gotin:
HDK’ê got: "Di cejnan de daxwazên dostanî, piştevanî, aştî, xwişk û biratiyê bilind dibin. Lê belê em di rojên ku hêrsa desthilatdariyê tevayî erdnîgariya me, kir nav xwînê de Cejna Qurbanê pîroz dikin.”
'BILA ŞER BI DAWÎ BIBE, PÊŞIYA MUZAKEREYAN BÊ VEKIRIN'
Di peyamê de hat xwestin ku tavilê şer bi dawî bibe, pêşiya pêvajoya muzakereyê ya aştiyeke adil pêk were bê vekirin. HDK’ê wiha dewam kir: "Em hêvî dikin gelên me ‘Cejnên wek cejnan’ ên dostanî, piştevanî, wekhevî, xwişk û biratî û aştî serwer e, bijîn… Li ser van esasan em hêviya xwe ya ku wê bi gelên me re têkoşîna em ê pêş bixin bigihêje serketinê dubare dikin. Bi vê baweriyê em Cejna Qurbanê ya tevayî alema Îslamê û ya gelên me bi hestên herî kûr pîroz dikin.”