Ji dozgerê Belçîkayê nêrîneke balkêş

Ji dozgerê Belçîkayê nêrîneke balkêş

Dozgerê bajarê Anvers a Belçîkayê Yves Lîegeoîs pêşniyar kir ku bila DNA’yên hemû bebekên nû tên dinê bên qeydkirin. Lîegeoîs da zanîn ku dê bi vî rengî li dijî ‘têkoşîna li hemberî sûcan’ gelek pêş bikevin.

Lîegeoîs ji rojnameya De Standaart ya Belçîkayê re axivî û got ew gelek cidiye û got: “Bi doktorê we yê malbatê re dosyaya we ya tenduristiyê heye. Rêça tiliyên dîjîtal dê di demek nêz de di çîpa qerta nasnameyê ya elektronîk de cih bigire. Pêşniyara min jî hemane. Ji bo parastina welatiyan a pêşerojê divê ev ji niha de bê parastin.

Yekineyên midûriyetê piştgirî dan pêşniyara Lîegeîos, lê polîtîvakanan hêj şîrovek nekirine.

 Ji sedî 60’ê welatiyên herêma Flaman vê nêrînê balkêş dibînin. Li Belçîkayê niha kesên ji ber van sûcan tên darizandin, DNA’yê wan tên girtin.