Ji bo xwedî derketina li Rojava hemû kes bê Kadikoy
Ji bo xwedî derketina li Rojava hemû kes bê Kadikoy
Ji bo xwedî derketina li Rojava hemû kes bê Kadikoy
Rêxistina BDP’a bajêrê Stenbolê, pêş meşa ku roja Şemiyê li Kadikoy a bi navê “Rojava li berxwe bide Stenbol li gel teye” tê li darxistin li Taksîmê belavûk belav kirin. Endamên Rêxistina BDP’a Bajêr ku ji Tunelê heya Meydana Taksîmê meşiyan ji bo vala derxistina hemû êriş û komployên ku li dijî şoreşa Rojava hemû gelê Stenbolê vexwandine tevlîbûna meşê.
Koma BDP’ê ku di navde Hevserokên BDP’a Bajarê Stenbolê Emrullah Bingul û Arife Çinar, Berdevka BDP’ê Jinên Bajêr Semra Demir, Endamê MYK’ê Huseyin Gozen û Rêveberên Navçeyan jî di navde di belavokên ku belavî gel kirin de gelê Stenbolê vexwandin xwedî derketina li şoreşa Rojava.
Di belavkirina belavokan de ku Hevserokê BDP’a Bajarê Stenbolê Arife Çinar mafê axaftinê girt diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û wiha got: “Şoreşa Rojava di kesayeta jina ku tekoşînê dike de dijî” û bal kişande ser ku şoreşa Rojava koletiya 3 hezar sal a gelên li Rojhilata Navîn wê bi dawî bike û garantiya azadiyê ye.
“ROJAVA GARANTIYA AZADIYÊ YE”
Çinar ku diyar kir şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Kurdane di heman demê de şoreşa jinane jî û bal kişande ser hemû hêzên dagirker û paşda mayîn yên ku dixwazin şoreşa Rojava bi fetisînin wê bibe garantiya azadiya hemû çîn û baweriyên cûda. Hemû girseyên demokratîk, sosyalîst û komên demokrat vedixwînîn xwedî derketina li şoreşa Rojava ya ku sembola wekhevî, azadî û demokrasiya hemû gelên Rojhilata Navîne dikîn û Çinar got ku: “Roja Şemiyê emê li Kadikoy şoreşa Rojava silav bikîn.”
Meşa bi navê “Li berxwe bide Rojava Stenbol li gel teye” wê di 24’ê Mijdara 2013’an de li Îskeleya Kadikoy di saet 12.00’an de destpê bike, Hevseroka Giştî a BDP’ê Gultan Kişanak, Hevseroka Giştî yê HDP’ê Sebahat Tuncel û Hevserokê Giştî yê DTK’ê Ahmet Turk wê tevlî bibin.