Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Ji bo Suleyman Cîhan ê bi êşkenceyê hatî qetilkirin, hatin ba hev

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Suleyman Cîhan ê sala 1981’an bi êşkenceyê hate qetilkirin, hatin ba hev.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, cara 1061’an li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikên Şemiyê wêneyên xizmên xwe yên winda û qurnefîl hildan. Her wiha wêneyên Emîne Ocak a 23’yê Tîrmehê jiyana xwe ji dest da jî hildan.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Suleyman Cîhan çalakiya xwe lidar xistin ku sala 1981’an bi êşkenceyê hate qetilkirin û piştre hate îdîakirin ku xwe kuştiye.

Di çalakiyê de Aysel Ocak daxuyanî xwend.