Ji bo şervanê YPG'ê Şakar li Wanê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Şakar li Wanê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Şakar li Wanê mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Azad Şakar (Erdal Wan) ê hefteya derbasbûyî di şerê li Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Wanê mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG'ê Azad Şakar (Erdal Wan) ê hefteya derbasbûyî di şerekî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li mala malbata wî ya li taxa Karşiyaka ya Wanê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de li gel Serokê Rêxistina DBP'ê ya Wanê Mûsa Îtah, Serokê MEYA-DER a Wanê Salîh Kaplan, Hevşaredara Îpekyolû Aygul Bîdav û Aktîvîstên Meclîsa Dayikên Aştiyê bi sedan kes amade bûn.
Îtah li mewlûdê axivî û destnîşan kir ku rêya xwegihandina şehadetê dilekî wêrek e. Îtah got, "Li cihê zilm û koledarî hebe, lehengiyên mezin jî derdikevin holê. Gotin têra vegotina wan nake, divê ew bên fêmkirin. Girîng e em hêjayî wan bin. Vaye her kes dibîne, hemû dijminên me êrîşî Kobanê dikin. Lewma divê em bi hev re rabin ser piyan. Kobanê maskeya AKP'ê xistiye. Niha dixwaze ciwanên me bigire û bixe girtîgehan. Em li hemberî van li ber xwe bidin û hişyar bin. Em serhildana demokratîk bilind bikin."
Li dû axaftina Îtah, mewlûd bi dûa û belavkirina xwarinê bi dawî bû.