Ji bo komkuijyeke din a Dêrsîmê rû nede, li ber xwe dide
Ji bo komkuijyeke din a Dêrsîmê rû nede, li ber xwe dide
Ji bo komkuijyeke din a Dêrsîmê rû nede, li ber xwe dide
Yusuf Polat yê 60 salî yê ji Dêrsimê bi kurê birayê xwre hat sînorê Kobanê-Pirsûsê û li vir biraziyê wî tevlî YPG’ê bû û ew jî ev 20 roj e li sînor di nobeta berxwedanê de ye. Polat diyar kir ku wî soz daye biraziyê xwe û ji bo komkujiyeke duyemîn a Dêrsimê pêk neyê tevlî berxwedana li sînor bûye.
Berxwedana YPG-YPJ’ê ya li dijî êrîşên DAIŞ’ê didome û Yusuf Polat ku ev 20 roj e di berxwedana nobeta sînor de ye, diyar kir ku ji komkujiyeke din a Dêrsimê pêk neyê di berxwedanê de cih digire. Polat ku gelek xizmên xwe di komkujiya Dêrsîmê de winda kiriye diyar kir ku keleha berxwedanê ya Elewî û yên din Kobanê ye û got: “Kobanê bikeve, Dêrsim, Gimgim û Çewlik dikeve. Kobanê bikeve twê evgera şoreşger bi komkujiyan re rû bi rû bimîne.
MIN SOZ DA BIRAZIYÊ XWE
Yusuf Polat got ku ew naxwaze qestê du canê zindiyekî bê kirin, biryar girtiye ku di berxwedana Kobanê de cih bigire û wiha got: “Ez 20 roj berê ji Îzmîrê bi biraziyê xwe re hatim gundê Etmanekê. Biraziyê min hovîtiya li Kobanê dît û tevlî YPG’ê bû. Ez jî dixwazim derbas bim. Dixwazim piştgiriyê bidim berxwedana Rojava. Ez mirina zindiyan tehemûl nakim. Ez ji bo kuştina mirovan naçim dixwazim alîkariyê bidim yên eniyê. Ger hewce be ez ji wan re çayê çêdkim. Sobeyê pêxînim. Yanî çi destê min bê dixwazim bikim. Wekî din ji jiyanê tehmê nagirim.
EZ QÎRÎNA DÊRSÎMÊ YA 1937’AN NIHA DIBIHÎZIM
Polat anî ziman ku komkujiya ku niha DAIŞ dike dişibe komkujiya Dêrsimê ya 1937’an û wiha got: “Ger pêşiya DAIŞ’ê neyê girtin wê mirovahî bi komkujiyê re rû bi rû bimîne. Komkujiya li Dêrsim û Kobanê wisa dişibe hev ku; ez hema dixwazim bi lez biçim wan keviran hembêz bikim. Ez qîrîna Dêrsimê mîna niha dibihîzim. Qîrîna dayik, bûk, keç û zarokên Dêrsimê mîna di guhê min de ye. Rewşeke biêş e. Ez dibêjim ku Pîrê min Seyîd Riza ji roja ku tu çûye cîhan bêtir xerab bû. Ger deriyê Kobanê bikeve dê Kurdistan sed salê din şûnde bikeve. Dêrsim wê dîsa bi komkujiyê re rû bi rû bimîne. Dayika min 80 salî jiya û di temên xwe de her tim xwest îspat bike ku em ne zarokên Mûnzûrê ne. Belê em di cîhanek wisa namerd de dijîn.
Polat got li Îzmîrê dijîn û ji dayika wê heta keça wê her tim nasnameya xwe ya Kizilbaş veşartine û wiha pê de çû: “Keça min a mezin li şîrketekê midûre. Lê nikare hevalên xwe bîne malê. Dibêje bila hevalên min nebêjin hûn Elewî ne. Ez ji bo wê dibêjim ger Kobanê bikeve, wê Dêrsim, Çewlik û Gimgim jî bikeve. Ez bang li gelê Dêrsimê dikim, ger tevgera şoreşger bikeve, ger Kantona Kobanê bikeve, belkî em dikaribin li cîhanê bijîn, an jî erebeya me mala me hebe, lê nasname û baweriya me wê nemîne.”