Ji bo Kobanê qumbereyên alîkariyê li kargehan hat danîn
Ji bo Kobanê qumbereyên alîkariyê li kargehan hat danîn
Ji bo Kobanê qumbereyên alîkariyê li kargehan hat danîn
Li bajarê Folsenston a Îngîlîstanê karsazê Kurd Mucahît Guneş bi armanca piştevaniya ji bo gelê Kobanê qumbereyên alîkariyên yên ‘Em jî hene’ li kargehên xwe danî. Heta niha li 12 kargehan qumbere hatin danîn û jinên Kurd ên Folkestone jî ji bo jin û zarokên Kobanê cil û bergan berhev dikin.
Karsazê Kurd Mucahît Guneş ku li bajarê Folkestone yê Îngîlîstanê ye, bi armanca piştevaniya ji bo gelê Kobanê kampanyaya danîna qumbereyên alîkariyê da destpêkirin. Karsazên din ên bajêr jî piştgirî dan kampanyayê û di çarçoveya kampanyayê de heta niha li 12 kargehan qumbere hatin danîn.
Tê plankirin ku kampanya nêzî mehekê bidome û pereyê ku bên berhevkirin wê ji bo gelê Kobanê re bê şandin.
EM NIKARIN BÊDENG BIMÎNIN
Karsazê Kurd Mucahît Guneş axivî û diyar kir ku her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê bêdeng nemîne û got: “Ez wek mirovekî û ya girîng jî wek Kurdekî nikarim li hemberî geşedanên Kobanê bêdeng bimînin. Li wir ji bo rûmeta mirovahiyê têkoşîn tê dayîn. Ji ber vê me jî ev kampanya da destpêkirin û me xwest em bêjin em jî li vir in."