Ji bo Kobanê li Helsînkî xwepêşandan

Ji bo Kobanê li Helsînkî xwepêşandan

Ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê li paytexta Fînlandiya Helsînkî xwepêşandanek hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de pankartên "Stop ISİŞ" "SAVE Kobanê","Kobanê is not alone" "Ji şidet û terorîzmê re na” hatin hilgirtin û dirûşmayên,  “Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî Serok Apo”, "Bijî berxwedana YPG, YPJ" hatin gotin. Xwepêşandan ji kampa navendî ya Helsînkî heta Wezareta Karên Derve Katajanokka devam kir.

Di meşa nêzî 2 kîlometreyan de Kurdistanî bi dûrişmayan gihiştin ber Wezareta Karên Derve ya Fînlandiya. Heyeteke ji ciwanên Kurd bi nûnerên Wezareta Derve re hevdîtin pêk anîn û ji bo korîderek ewlekariyê bê vekirin dosyayek pêşkeşî rayedaran kirin.

Li ser vê yekê rayedarên Wezareta Derve ji bo hestyariya ciwanan spas kir û daxwaza hevdîtîna bi wan re kir.