Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Ji bo girtiyên ku berdana wan tê astengkirin, serlêdan hate kirin

Baroya Amedê ji bo girtiyên ku berdana wan tê astengkirin, serî li 4 saziyan da.

BAROYA AMEDÊ

Navenda Mafê Mirovan a Baroya Amedê, der heqê biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê yên têkildarî astengiya tehliyeya girtiyan serî li Wezareta Dadê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê, Saziya Venêriya Cemawerî û Saziya Mafê Mirovan û Wekheviyê (TÎHEK) da.

Baroyê bal kişand ku berdana bi şert, mafê girtiyan bi awayeke “kêfî” tê astenkirin.

Di daxuyaniya baroya serlêdanê de hate bibîr xistin ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilin a Boluyê, tehliyeya gelek girtiyan bi hincetên razber tê astengkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşan kirin: "Wekî Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, di gelek serlêdên ku ji me re tên nîşan didin ku ev binpêkirin ne tenê bi Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Boluyê ve sînordar in, herwiha li seranserê Tirkiyeyê bûne pêkanînên berbelav. Di vê çarçoveyê de, me serlêdanek ji Wezareta Edaletê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Venêriya Cemawerî û Saziya Mafê Mirovan û Wekheviyê (TÎHEK) re pêşkêş kir û daxwaz kir ku dawî li van pêkanînên keyfî û nehiqûqî yên ku ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve di saziyên cezayî de, nexasim jî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Boluyê de têne kirin, were."