Ji bo gerîlayên HPG’ê Dêrsim û Zeryan mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayên HPG’ê Dêrsim û Zeryan mewlûd hat dayîn

Ji bo gerîlayên HPG'ê Baran Gulumser (Dilgeş Dêrsim) û Ceyda Zengîn (Umut Zeryan) ên di cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Maltepe mewlûd hat dayîn. 

Rêxistina BDP'ê ya Maltepe û YAKAYDER ji bo gerîlayên HPG'ê Baran Gulumser (Dilgeş Dêrsim) ê di 12'ê Mijdara sala 2012'an de li Skenderûn a Hatayê di şerekî de jiyana xwe ji destda bû û dîsa ji bo gerîlaya HPG'ê Ceyda Zengîn (Umut Zeryan) a di sala 2010'an de jiyana xwe ji destda bû li Komeleya Sewasiyan a Zumrutevler mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de ligel malbatên gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane, Hevseroka Rexistina BDP'ê ya Maltepe Şahîn Ozyildirim, Rêveberê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Cengîz Topbaşli û hwd. rêveber û endamên sazî û dezgehên demokratîk amade bûn. Di mewlûdê de ku deqiqeyek rêz hat girtin, Rêveberê Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Cengîz Topbaşli got ku wê bi xwedîderketina li mîrasa kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bigihêjin serketinê. 
Mewlûd ji aliyê aliman ve bi xwendina duayan bi dawî bû.