Ji bo 3 gerîlayên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane meş
Ji bo 3 gerîlayên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane meş
Ji bo 3 gerîlayên PKK’ê yên jiyana xwe ji dest dane meş
Li Mêrsînê ji bo 3 gerîlayên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane piştî meşeke girseyî mewlûd hat dayîn. Dayîka gerîla PKK'ê Gulcan Tamur, Medîne Tamur got: "3 birayên min û 4 xwarziyên min şehîd ketin. Niha jî keça min şehîd ket. Bila serê tevayî Kurdistaniyan sax be."
Ji bo gerîlayên PKK'ê Fatma Acar (Diljîn), Gulcan Tamur (Melsa) û Halît Ekîncî (Stalîn) ên di cih û demên cuda de jiyana xwe ji dest dane ji ber avahiya YAKAY-DER heta konê sersaxiyê ku li ber avahiya Rêxistina Akdenîz a BDP'ê ye meşek hat lidarxistin. Di meşa ku nêzî hezar kes beşdar bûn de ligel malbatên gerîlayan, endamê Desteya Rêveber a Meclîsê ya BDP'ê Cemîl Erdem, Serokê BDP'ê yê Mêrsînê Halîs Deger, Şaredarê Akdenîz ê BDP'ê M. Fazil Turk û rêveberên YAKAY-DER jî amade bûn pankarta ku wêneyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane û nivîsa "şehîd namirin" li ser bû hat vekirin.
Di meşê de dirûşmayên "Bijî Serok Apo", "Kurdistan li şehîdên xwe xwedî derkeve" hatin gotin. Dema girse gihişt ber kon, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Paşê ji bo gerîla Tamur, Ekîncî û Acar mewlûd hat xwendin.
Piştî mewlûdê Serokê YAKAY-DER Cahît Argiş axivî û got, wê têkoşîna wan berdewam bikin. Li ser navê dayîkên aştiyê jî Meryem Erbey jî got, "Têkoşîna zarokên me rêya me ronî dike. Wek dayîkên aştiyê em ne poşman in. Heta Serok azad nebe, Kurdistan azad nabe. Em dê qet newestin, ranezin."
Dayîka gerîla Gulcan Tamur, Medîne Tamur jî wiha axivî: "3 birayên min, 4 xwarziyên min şehîd ketin, niha jî keça min şehîd ket. Keça min şehîda tevayî Kurdistanê ye." Apê Tamur jî daxuyakirin ku wê têkoşîna wan berdewam bikin.
Dayîka gerîla Ekîncî Cevahîr Ekîncî jî got: "Em dê ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîna xwe berdewam bikin. Şehîdên me rûmeta me ne." Dayîka gerîla Fatma Acar Rahîme Acar jî herî dawî got, "Ez dê di rêya ku zarokên me vekirine de têkoşîna me dewam bikim. Serok roniya çavên me ye."
Piştî axaftina xwarina mewlûdê hat xwarin.