Îranê 11 girtiyên din jî darve kirin
Îranê 11 girtiyên din jî darve kirin
Îranê 11 girtiyên din jî darve kirin
Rejîma Îranê duh 11 kesên din li Girtîgeha Qizel Hîsara bajarê Kerec û Qereçekî Weramînê bi darve kirin. Tenê di nava 4 rojên borî de 12 kesên di nav de kurdek û jinek jî heyî hatibûn bi darve kirin.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan duh 10 girtî li girtîgeha Qizel Hîsara bajarê Kerecê ku roja pêştir biribûn hucreyên yek kesî hatine darvekirin.
Navên kesên ku hatine bi darve kirin wiha ne:
Abdulsilam Xatûnî (30), Muhsîn Yezdanpna (35), Nasir Ferehbexş (38), Reza Yezdan, Hisên Kerîmyan (48), Ferşîd Qulî Zade (23), Bêhruz Kiyanî(34), Îhsan Mihmedpûr(33), Meysem Acî (26), Mêhridad Xudayar (38) û Wehîd Mihemed Kerîmî (25).
Menûçêhir felah (41) li gel wan 10 kesan bibûn hucreya yek kesî, lê belê cezayê wî pêk na anîn û şandine qawîşa giştî ya girtîgehê.
Li gorî hinek çavkaniyan ji ber sedema li dijî cezayê darvekirinê derketine hatine bidarve kirin û 1800 girtiyan li Girtîgeha Qizel Hîsarê dest bi gireva birçîbûnê kirîne.
Hat ragihatin ku, ta niha li vê girtîgehê nêzî 3000 girtî li rastî cezayê darvekirinê hatine.
Di haman demê de jinek navê ne hat zanîn, li gel van 10 kesan hatiye bi darve kirin. Di Sêşema borî de jî kesekî 33 salî li girtîgeha bajarê Xêrcê ya Parêzgeha Farisê hatiye darvekirin.
Li milê din hemwelatiyek din yê Kurd yê binavê Mesûd Hesnpûrî yê xelkê navçeya Ûrmiyê Tirgeverê di 23’ê Mijdarê de hatibû bi darvekirin.