Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’
BI DÎMEN

Hikûmeta Demkî ya Şamê ev 17 roj in ceyranê nade Suwêdayê

Ji 13’ê Tîrmehê ve ye ku Hikûmeta Demkî ya Şamê û çeteyên girêdayî wê li hemberî Suwêdayê dest bi êşan kiribûn, ceyrana bajarê Suwêdayê hatiye qutkirin û nayê dayîn.

LI SUWEYDAYÊ CEYRAN NÎNE

Hikûmeta Demkî ya Şamê li gel piştevaniya eşîrên Ereb û Bedewî yên li herêmê di 13’ê Tîrmeha 2025’an de li hemberî civaka Durziyan a li bajarê Suwêdayê êrîşeke berfireh dabû destpêkirin. Hate belgekirin ku di pêvajoya van êrîşan de li bajêr binpêkirinên li dijî mirovahiyê yên cidî yên weke komkujî, talan, koçberkirina bi darê zorê û revandin hatine kirin.

Bajarê Dera ku ceyranê dide Suwêdayê, di bin kontrola Hikûmeta Demkî de ye. Ji roja destpêkirina êrîşan ve ye ceyrana Suwêdayê hatiye qutkirin. Li gel vê yekê xizmetên saziyên li bajêr ên weke nexweşxane, firin û yên din hatine sekinandin. Ev 17 roj in ceyrana bajarê Suwêdayê nayê dayîn.

Hate ragihandin ku kablo û dîrekên ceyranê yên li herêmên Theelê, Mezree û Elxayê ku di navbera bajarên Dera û Suwêdayê de cih digirin, hatine qetandin û dizîn. Çavkaniyên li herêmê didin zanîn ku beriya niha jî rewşên heman rû dane, gelê li herêmê bi derfetên xwe çêkirine lê belê vê carê ji ber êrîş û dorpêça li ser bajêr ew nikarin dubare çêkin.

Ji ber ber ku ceyrana bajêr nayê dayîn, gel bi rêya jeneratoran telefonên xwe şarj dikin û hewl didin bi vî awayî pêdiviyên xwe yên ronahiyê bi cih bînin.

Ji ber ku pompeyên avê jî naxebitin di dabînkirina ava vexwarinê de jî pirsgirêkên cîdî hene.

Hêzên Hikûmeta Demkî û eşîrên hevalbend, li derdora bajarê Suwêdayê nuqteyên kontrolê danîne hatinûçûna rêya bejayî jî girtine. Têkiliya bajêr ya bi derve re gelekî hatiye qutkirin. Ev yek jî xwegihandina konvoyên alikariya mirovî jî zehmet dikin.

Di 20’ê Tîrmehê de bi navbeynkariya aktorên navneteweyî  di navbera Hikûmeta Demkî û serokên ruhanî yên civaka Durziyan de lihevkirineke agirbestê hate îmzekirin. Lê belê li gorî agahiyên ji herêmê, agirbest gelek caran tê binpêkirin û dorpêça li ser bajêr berdewam dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li bajarê Suwêdayê her çend agirbest bi awayekî teknîkî di meriyetê de be jî rewşa ewlehî û mirovî hê jî di asteke krîtîk de ye.