Hêzên demokrasiyê: Em li dijî dîktatoriyê seferber bibin

Hêzên Demokrasiyê dan xuyakirin ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e û bang li hilbijêrên li Ewropayê dijîn kirin, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

Hêzên Demokrasiyê dan xuyakirin ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e û bang li hilbijêrên li Ewropayê dijîn kirin, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê, hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li gelek welatên Ewropayê dijîn, wê di navbera 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Bi nêzîkbûna dema dengdayînê re, pêkhateyên HDP'ê û hêzên demokrasiyê lez dan xebatên xwe yên ji bo destekkirina HDP'ê. Ev hêzên demokrasiyê di wê baweriyê de ne ku hilbijartinên pêşwext ên 1'ê Mijdarê ji bo pêşeroja gelên Kurdistan û Tirkiyeyê gelekî girîng in.

"1'Ê MIJDARÊ WÊ BIBE ROJA RIZGARIYA GELAN JI DÎKTATORIYÊ"

Ji nûnerên Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Swîsreyê û Federasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Bînalî Saglam destnîşan kir, ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê wê weke referandûma li ser bijarkên 'şer an jî aştî' derbas dibe. Bînalî Saglam got, "Em Elewiyên li Ewropayê dijîn û gelên din ên li Tirkiyeyê dijîn, ji bo pêşeroja xwe divê ji 7'ê Hezîranê bêhtir bi xurtî beşdarî hilbijartinan bibin." Saglam da xuyakirn ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji aliyê rizgariya gelan ve di asta dîrokî de girîng in.

Saglam ragihand ku HDP ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şenseke mezin e û got, "Ji bo sekinandina dîktatoriya Erdogan a ku bi salane xwînê bi Elewiyan, Kurdan û hemû gelan dide verişandin, divê em ji niha ve li dora HDP'ê bicivin. Pêwîste Elewiyên li Ewropa û metropolên Tirkiyeyê dijîn, li hemberî komkujiyên li Kurdistanê dakevin qadan û li ber xwe bidin."

Saglam da xuyakirin ku divê hemû Elewiyên li Ewropaye dijîn bi ruhê seferberiyê ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê bixebitin û serketina HDP'ê ya ji sedî 13'an derxînin ji sedî 15'an. Ji bo vê yekê jî Saglam bang li her kesî kir ku di 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan.

"PÊWÎSTE HER KES BI BERPIRSYARIYEKE MEZIN RABE'

Ji pêkhateyên Platforma Hilbijartinê ya Swîsreyê nûnerê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê Huseyîn Îşlî diyar kir ku divê li hemberî yên şer dane destpêkirin, divê her kes bi berpirsyariyeke mezin tevbigere. Îşlî bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kir ku di nava her şert û mercî de dengê xwe bi kar bînin û got, "1'ê Mijdarê ji bo me gelên bindest gelekî girîng e. Li hemberî gelê Kurd û hevalbendên wan, Erdogan û ekîba wî şer da destpêkirin û bi vî rengî welat xist nava hilbijartineke pêşwext. Ji bo di vê hilbijartinê de têkçûneke mezintir bi serê desthilatdariyê bê anîn, divê em li her derê bêhtir bixebitin. Ji bo qedandina dîktatoriya kesên li Kurdistanê şer dan destpêkirin, pêwîste em însiyatîfên sivîl xurttir bikin û bixebitin."

"HDP GARANTIYA PÊŞEROJA ME YE, EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN"

Ji nûnerên Federasyona Karkeran a Demokratîk li Swîsreyê Zeynel Kameroglû da zanîn ku parastina HDP'ê parastina yekîtiya hevpar û berjewendiyên hevpar ên gelên li Tirkiyeyê ye. Kameroglû got, "HDP partiyeke ji bo jiyaneke wekhev û azad a gelan têdikoşe ye" û bang li hemû karkerên koçber ên li Ewropayê kir, ku destekê bidin HDP'ê. Kameroglû di dewama axaftina xwe de got, "Demokrasî û azadî bi tenê bi HDP'ê re tê Tirkiyeyê. Bi vê bîr û baweriyê em dengê xwe bi kar bînin."

"LI DIJÎ ZILMA ERDOGAN EM SEFERBER BIBIN"

Hevseroka Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê Gulderen Sevîm jî bang li her kesî kir, ku li dijî zilma Erdogan û AKP'ê, ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê seferber bibin. Sevîm ragihand ku li hemberî dîktatoriya yek kesî ya Erdogan dixwaze bi şer bi dest bixe, wezîfeya her kesî ye ku ji bo pêşeroja gelan li dijî vê dîktatoriyê têbikoşe. Sevîm anî ziman ku li hemberî şer, bi taybetî divê jin ji bo avakirina aştiyê dakevin qadan.

Sevîm ji hemû koçberên li Ewropayê xwest, ku destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bi vî rengî biçin ser sindoqan. Sevîm got, "Li dijî şer, ji bo aştî û azadiyê, em di navbera 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Ji bîr nekin, her dengê ji HDP'ê re were dayîn wê pêşeroja we ava bike."