Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Hêzên Îranê kolberek qetil kir, 3 kolber jî birîndar bûn

Hêzên Îranê, li herêmên Hewraman û Merîwanê êrîşî kolberan kir û di encamê de kolberek hate qetilkirin, 3 kolber jî birîndar bûn.

ÊRÎŞA LI DIJÎ KOLBERAN

Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê di 24’ê Tîrmehê de du kolberên bi navê Danyal Selahî (24) yê xelkê gundê Duplure ya ser bi bajarê Merîwan û Resul Fethî, li sînorê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê, di encama êrîşa hêzên Îranê de birîndar bûne.

Hate gotin ku kolber Danyal Salihî ji her du lingên xwe bi giranî birîndar bûye û rewşa wî ya tenduristiyê ne başe.

Li gorî heman çavkaniyê, di 23’yê Tîrmehê de jî li navçeya Selawa ya Hewramanê, di encama êrîşa hêzên Îranê de kolberê Kurd ê bi navê Emîn Gerdî (40) yê xelkê gundê Kanî Temerxan a ser bi Merîwanê jiyana xwe ji dest daye. Hate gotin ku Emîn bavê zarokek bû.

Di heman rojê de kolberê Kurd yê bi navê Eta (23) yê xelkê Hewraman jî di encama êrişa hêzên Îranê de li herêmê Jalane ya ser bi Merîwanê, birîndar bûye.