BI DÎMEN

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Ozgur Ozel re destpê kir

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel destpê kir.

HEYETA ÎMRALIYÊ - CHP

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol bi Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel re hevdîtin kirin. Heyet ji aliyê Serokwekîlê Koma CHP'ê Mûrat Emîrî ve li ber deriyê Navenda Giştî ya CHP'ê hate pêşwazîkirin.

Ozel û heyeta pê re, Heyeta Îmraliyê li qatê ku civîn lê bê lidarxistin pêşwazî kirin.

Piştî kişandina wêne û dîmenan ji bo çapemeniyê, hevdîtin bi rengekî girtî dewam kir.

Têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, qonaxa heyî û komîsyona tê payin li Meclîsê bê avakirin wê nêrîn bêne parvekirin.

Tê payin ku piştî hevdîtinê daxuyaniyek bê dayin.