Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Devlet Bahçelî destpê kir

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî destpê kir.

HEYETA ÎMRALIYÊ

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol li Meclîsê bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir.

Bahçelî heyet li ber derî pêşwazî kir. Piştî ku çapemeniyê wêne û dîmen kişand, hevdîtinê destpê kir.

Tê payin ku piştî hevdîtinê daxuyaniyek bê dayin.