Hevalên Paramaz Kizilbaşli li sînor nobedê digirin

Hevalên Paramaz Kizilbaşli li sînor nobedê digirin

Hevalên endamê MLKP'ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaşli) ê ku tevlî berxwedana Kobanê bû û di 5'ê Cotmehê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hatin sînorê nobeda berxwedanê lê tê girtin. 

Hevalên Endamê MLKP'ê Suphî Nejat Agirnasli (Paramaz Kizilbaşli) ê ku tevlî berxwedana Kobanê bû û di 5'ê Cotmehê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hatin sînorê nobeda berxwedanê lê tê girtin. Hevalên Agirnasli tevlî nobeda berxwedana sînor bûn diyar kirin ku Agirnasli yê ku di 22'yê Îlona 1984'an de li Konyayê hatî dinê û berê xwe da Şoreşa Rojava û tevlî berxwedana Kobanê bû di heman demê de ji bo wan tê wateye rexneyekê.

Hevala Agirsanli ya li Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê doktoreya felsefeyê dike Olcay Çelîk, diyar kir ku Rojava tenê cihê ku bê parastin na di heman demê de cihê hêviya azadiya mirovahiyê û rûmeta mirovahiyê ye. Çelîk anî ziman ku piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li Kantona Kobanê kirin gelek mirov neçar man cih û warên xwe terk bikin û koçber bibin. Çelîk da zanîn ku gelê bakur ji bo bibe parçeyeke berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê ya bêhempa ya li Kobanê zêdehî mehek li sînor bi biryar dest bi çalakiyê kirin û nobeda wan berdewam dike û wiha got: "Em 35 heval ji bo hîsên Kobaniyan parve bikin û berpirsyariyên xwe bicih bînin em hatin vir. Wateya Rojava ji bo me gelek mezin e. Rojava cihê azadî lê şênber bûyî ye."

Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Denîz Taşyurek jî got: "Em ji bo bibin parçeyek ji berxwedana li hemberî faşîzma DAIŞ'ê ya li Rojhilata Navîn hatin vir. " Taşyurek, balkişand ser wateya tevlîbûna nobedê û wiha axivî: "Piştî şahadeta Paramaz heval em hatin vir. Em bi eslê xwe ji bo bibin perçeyek têkoşîna Paramaz heval hatin vir. Tiştên li vir dihatin jiyîn li Stenbolê tenê me li ser medyayê dişopand û em gelek xemgîn dibûn. Niha me li vir perçeyek berxwedanê ne û ev yek gelek bi rûmet û bi hêviye." Taşyurek herî dawî bang li gelên Tirkiyeyê kir ku bên sînorê Kobanê û bibin perçeyek ji berxwedanê.