Her sal 7 mîlyon 300 hezar zarokên keç zarokan tînin dinê!

Her sal 7 mîlyon 300 hezar zarokên keç zarokan tînin dinê!

Fona Nifusê ya Cîhanê ya NY’ê raporeke bi ser navê ‘Di temenê xam de rûbirûbûna bi pirsgirêkên ducaniyê’ ya Rewşa Nifûsa Cîhanê ya 2013’an weşand û di raporê de rewşa zarokên keç yên ku ducanî dimîne raxist ber çavan. Li gorî raporê her sal 7 mîlyon 300 hezar zarokên keç zarokan tînin dinê.

Serokê Fona Nifûsa Cîhanê ya NY’ê Werner Haug, da zanîn ku zarokan tînin dinê piraniya wan temenê wan di navbera 15-18’an de  û her sal 70 hezar jinên ciwan di dema welidînê de jiyana xwe ji dest didin.

Her wiha hate diyar kirin ku kurtaja ku baş nayê kirin, birînên di dema welidînê de dertên holê û nexweşiyên bi têkiliya zayendî derbas dibin, ji bo zarokên keç rê li ber xetereyên mezin vedike. Haug destnîşan kir ku ji ber ku hêj bedena wan pêşveçûna xwe temam nekirine, gelek koplîkasyon dertên holê.

Li gorî raporê her sal 7 mîlyon 300 hezar zarokên keç, zarokan tînin.  Ji van welidînan herî kêm 2 mîlyon ji ber ku hêj pêşveçûna bedena xwe temam nekirine, an jî ji ber şert û mercên fîzîkî, ne xwedî taybetiyên ku bibin dayik, di bin temenê  15’î de ne.

 Cigirê Dîrektorê Îcra ya Fona Nifûsa NY’ê Kate Gîlmore, rapor nirxand û bi lêv kir ku li hemû welatên cîhanên ev mijara ku mirovahî pê re rû bi rû maye ya der barê dayikbûn û zarokan divê bê guhertin.

 JI SEDÎ 95’Ê WELIDÎNA LI WELATÊN PÊŞVEÇÛYÎ PÊK TÊ

Gîlmore  da zanîn ku ji sedî 95’ê welîdinên di temenê zû de, li welatên pêşveçûyî pêk tên. Gîlmore DYA ji bo vê rewşê mînak da û bi lêv kir ku  ji sedî 50’ê jinan di bin temenê 22’an de ducanî dimînin.

Gîlmore got welîdina di temenê biçûk de ji bo hinekan dibe ‘cezayê mirinê’ û  di vir ne zarokên ku ducanî dimînin, malbat, civak û dewlet zêdetir berpirsyarin.

PIRANIYA WAN ZEWICANDIYE

Li gorî raporê welidîn bi giştî di çarçoveya zewacên fermî de pêk tên. Di rewşa heyî de li Afrîkaya Bin Sahrayê  jinên ciwan yê temenê wandi navbera 15-19’î de ne ji sedî 24 û li Başûrê Asyayê ji sedî 25 zewicandîne. Ev piraniya wan bi zorê hatine zewicandin. Li Nîjerê jî jinên di temenê 18’yî de zarokan tîni dinê, bi giştî bi mêrên ku 20 sal jê mezintirin re zewicîne.