HDP: Em ê li dijî heqaretan serî li rêyên hiqûqî bidin
HDP: Em ê li dijî heqaretan serî li rêyên hiqûqî bidin
HDP: Em ê li dijî heqaretan serî li rêyên hiqûqî bidin
HDP’ê bersiv da heqaret û êrîşên çapemeniya Tirk a ku piştî daxuyaniyên Serokkomar û Serokwezîrê Tirk ên têkildarê bûyerên piştî xwepêşandanên Kobanê û got: “Em dest bi têkoşîna huqûqî dikin.”
Piştî provakasyonên leşker, polîs û komên kotralayî di encama çalakiyên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re li seranserê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê, bûyerên tund qewimîn, rayedarên hikûmet û çapemeniya Tirk dest bi heqaret û êrîşên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kirin. HDP’ê îro bi daxuyaniyeke nivîskî bersiv da van heqaretan.
Alîkara Hevserokên HDP’ê Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî heqaret û êrîşên piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu, ji aliyê çapemeniya Tirk ve hate destpêkirin, da. Beştaş bal kişand ser êrîş û heqaretên li dijî HDP’ê û diyar kir ku ew ê li dijî van saziyên çapemeniyê û van kesan serî li rêyên hiqûqî bidin.
Beştaş di daxuyaniya ku li ser navê partiya xwe HDP’ê weşand de, diyar kir ku bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û ji bo rexnekirina polîtîkayên hikûmetê ya li dijî Kobanê, di serî de gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk, bi çalakiyên weke daxuyaniyên çapemeniyê, bêîteatiya sivîl, meş û çalakiyên weke van, mafên xwe yên çalakî û xwepêşandanan bi kar anîne û got: “Armanca van çalakiyan ew bû balê bikişînin ser xetera komkujiyê ya li ser Kobanê û girîngiya vekirina korîdorê bû.”
Beştaş da zanîn ku hikûmetê dest ji lêkolînakirina mirina bi dehan welatiyan, windakirin, failên kiryar nediyar, înfazên bê daraz, berdaye û tenê êrîşê partiya me dikin. Beştaş destnîşan kir ku gelek saziyên çapemeniyê, nivîskar, qunciknivîs û rojnamevan van êrîş û heqaretên hikûmetê ji xwe re weke ferman dîtine û wan jî dest bi heqaretên li dijî partiya me kirine.
Beştaş da zanîn ku di vê pêvajoyê de, li dijî partiya wan gelek heqaret û tehdît hatine kirin û got ku ew ê li dijî sazî û kesên xwediyên van heqaretan dest bi têkoşîna hiqûqî bikin.
Beştaş di daxuyaniya xwe de ev agahî da: “Serokkomar Erdogan 12.10.2014 gotiye ‘Di hefteyekê de 40 welatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Kujerê van kî ne? Kujerê van partiyên muxalefet ên ku banga dakevin kolanan kirin. Serokê wê ye, pêşengên wan in’. Piştî vê rojnameya Akşam nûçeyek bi îmzeya Azîz Ustel têkildarî bûyerên li Dîlokê û agahiyên bê bingeh û ji rastiyê dûr, li dijî wekîla me Sebahat Tuncel û partiya me dane. Dîsa ji rojnameya Akşamê Gulay Gokturk di qunciknivîsa xwe ya 11.10.2014 de, nivîskarê rojnameya Yenî Şafak Îbrahîm Karagul di nivîsa xwe ya 10.10.2014 de, di bernameya Ulke TV ya bi navê Biçak Sirti de Omer Turan bi awayekî aşkera heqaret li Hevserokê me û parlamenterên me kiriye. Dîsa nivîskarê rojnameya Tirkiye Fuat Ugur, li ser tweeterê sûc li dijî partiya me kiriye.”
Beştaş bang li saziyên dadê kirin ku li bi awayekî adil û wekhev tevbigerin û xwest erk û wezîfeyên xwe pêk bînin. Beştaş da zanîn ku ew ê li dijî hemû binpêkirinên mafan û heqaretên li dijî HDP’ê dest bi pêvajoya qanûnî bikin û diyar kir ku ew ê ji bo cezakirina berpirsan têkoşîna xwe bidomînin.