HDP-DHF: Em ê bi hev re tevlî hilbijartinan bibin

HDP û DHF, hevgirtina xwe ya 7'ê Hezîranê dewam kirin û biryar dan ku bi hev re tevlî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF), der barê hilbijartinên giştî yên 1'ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya hevpar de hat gotin, "Bi bername û polîtîkayên xwe yên serbixwe yên hilbijartinên 7'ê Hezîranê re em bi hemû hêzên demokrasiyê re tevgeriyan û di bin sîwana HDP'ê de bi afirandina xebateke serketî re gihaştin van rojan."

HDP û DHF'ê diyar kirin, ku vê serketina hêzên demokrasiyê, AKP û hêzên serdest xistine nava tirs û fikaran û dan zanîn ku van hêzên serdest li hemberî gelê Kurd û hemû hêzên sosyalîst û pêşverû dest bi êrîşeke topyekûn kirine.

'EM Ê BI BERPIRSYARÎ RABIN Û BI HEV RE TEVLÎ HILBIJARTINAN BIBIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Haya me ji berpirsyariya me ya li pêşberî gelan heye. Bi vê hişmendiyê re ji bo em piştevaniya bindestan xurttir bikin, weke HDP û DHF me biryar dane bi hev re beşdarî hilbijartinên 1'ê Mijdarê bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên demokrasiyê û gelên kedkar hat kirin, ku li dora HDP'ê bicivin.